Pêşiyên Çîniyan derbarê biharê de dibêjin; "Heger beriya biharê li ezmanan tavî vedin û bibe guregura ewran, êdî 49 rojan hewa xweş nabe". Heman Çînî misogeri û hêza bihara derengmayî jî weke; "bihara dereng bê, ti caran naxapîne" vedibêjin.
Her du gotinên li jor ên Çîniyan yên derbarê biharê de li Kurdistanê îsal pêk hatin. Beriya zivistanê li atmosferê tevgereke bi heyecan rû da. Bû guregura ewran, taviya veda. Û ev nêzî du mehan e, baran venewestiyaye.
Bi mehan e ku baran û roj nobeta zindîkirina xwezayê dewrî hev û din dikin. Piştî baranê roj bi hemû zelaliya xwe derdikeve. Bi germahiya tîrêjên rojê re bizirê binê axê ji bo veguherin kulîlkên rengîn bi lez û bez serî hildidin, axê diqelêşin.
Bihara bi coş, mirov jî dilodîno kirine. Bi guregure tavan re dilê wan lê dixe, bi vebûnan kulîlkan re rûyê wan dikene, bi bilindbûna giyayan re sofreyên wan xweş dibin.
Kalemêr û pîrejin ji nevîkên xwe re qala biharên demên bihurî dikin. Bi gotinên, "Ez hêna xort bûm, simbêlên min nû derketibûn, min berê xwe da çiyê li gel apê xwe li şevîn. Wê salê jî bihareke weke ya îsal bi bereket hebû..." kalemêr dest bi sohbetê dikin.
Pîrejin jî qala rojên bêrîvaniyê dikin: "Me radihişt sîtîlan û me berê xwe dida şevînê cem pez. Stranên evînî me digotin. Çend biharên mîna ya îsal bi coş di demsala herî xweş; bihara temenê me de di bibîranan de cihê herî xweş digirin."
Li Kurdistanê bihareke har û dîn heye, lê ji ber baranê îsal zad ne hate çandin. Lê dîsa jî xweşî û geşiya biharê nahêlê xemgînî an fikareke biçûk jî bi mirovan re çêbe.
Kalemêrekî ji gundê me mîzaha barana pirr a biharê dike û dibêje, "Bi xwedê li jor melekê îsal ji bo karê baranê hatiye wezîfedarkirin, mîna mudûrê dibistana gundê me dino-mîno ye. Bi pîvana destê xwe nizane. Barana 20 salan bi carekê bi ser me de rijand."
Zêmara ji ber baranê
Dîsa di vîdeoyeke ji min re şandî de, kesek li Rojavayê Kurdistanê bîçar a her salê ji di vê demsalê de amadekariya çinîna zadan dikir, ji bo ava di hewşê de bûye gol dixebitîne. Şirika mekîneya dirûna dexlan a genim, ce û zadên din dihatin valakirin vê carê avê dikişîne û kesek li pişt wan dîminan zêmareke trajîk-komîk distirê:
Were lê lê, were lê lê, were lê lê
Mala bavê mino, mala apê mino, mala xalê mino
Bi xwedê îsal we muhsil ne xiste malê xwe de
Taliya zistanî, baranek bi serê me de hato
Piça tutiyan li ser serê banê xelkê ne hişto
Kesî kulmek genim nexiste mala xwe de
Kesî kulmek nîskê zivistanê nexista malê xwe de
Alem tev li hêviya çandina şebeşan maye
Xwuya ye, hûnê şebeşan jî nebînin...
Xwedêyo ez qurbano
ew mesrefa me li erdên xwe kir,
hemû bi avê de çû...
Di dîmenekî din de Silêman ê gundiyê me, her kesî vedixwînê govenda bi coş a bihara îsal. Li pişta wî têrek tije kereng girêdayî, li milê wî turek tije giyayê xwarinê û di her du destan de qîfal û diqîre: "Ji hemû gundiyên me yên li Stenbolê taxa Qenarya re silav û rêz… Ji hemû Kurdên li çar aliyê Stenbolê û bajarên Tirkan dixebidin re silav û rêz. Ji bo yên li Ewrûpa silav û rêz. Yên karê înşaatê dikin, yên di bodruman de karê tekstîlê dikin hûn li wir çi dikin? Rabin bilêtekê bibirin û siwar bibin werin.
Mêze bikin, ez qurbana xwedê me, ti salan, ti zemanan bihareke hevqasî xweş û geş nedabû me. Bihara îsal têra me tevan heye… Werine biharê, dest ji pera berdin.. werin biharê... Ji xirûcir a jiyanê ji bo kêliyekê berê xwe û guhê xwe bidine min. Ji xwe re li biharê mêze bikin, li Silêman mêze bikin. Hey maşelah! Hezar carî maşelah! Xwedê wekîl be, bihara îsal beranberî 30-40 salî ye... "
Bihar îsal dereng lê bê dawî hat. Înyadeke tund dike ku neçe... Mîna ku mîzgîniyê bide û bêje bihara Kurd, bihara gelan va ye tê...