Bihar ji bo lixwekirina cilûbergên Kurdî li Başûrê Kurdistanê gelek derfetan diafirîne. Tevî ku li temamê Başûrê Kurdistanê li cem derzî û dirûnkaran daxwaz pirr e jî, li bazara Xurmal mişteriyên cilûbergên dirûtî kêm in. Lê li Silêmaî û Seyidsadiq bazar ji berê xweştir e.
FÎRIŞTE QADIR / HERÊM QADIR / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Ji bo gelê Kurd bihar werzeke taybet e û pirraniya rojên taybet ên Kurdan jî di nava xwe de dihewîne. Bi dawîhatina zivistanê re welatî amadekariyên xwe ji bo pîrozbahiyên biharê dikin. Yek ji amadekariyan jî li Başûrê Kurdistanê, çêkirina cilûbergên Kurdî ye.
Her çiqas, beriya raperîna Başûrê Kurdistanê jî, jin, zilam û zarokên li Başûrê Kurdistanê cilûbergên Kurdî li xwe li kirin û zilma rejîma Baesê nedikarî li çanda Kurdî bigire jî, piştî raperînê û ji ber qedexekirina cilûbergên Kurdî li navendên hikûmî û bandora çanda biyanî hêdî hêdî wergirtina cilûbergê Kurdî kêm bû. Niha ji derveyî jin û zilamên bi temen, kêm kes li mal cilûbergên Kurdî li xwe dikin.
Bihar bazarê geş dike
Cejn û marasimên taybet derfeteke baş in ji bo jin û mêran ku bi zarokên xwe re cilûbergên Kurdî li xwe bikin û şanaziyê bi çand û cilûbergên Kurdî bikin. Pirraniya merasim û bibîraninan jî dawiya zivistanê û destpêka biharê ne. Lewma bazarên cilûbergên Kurdî vî çaxî geş dibin û dirûnkar jî bi pirranî li ser makîneyên xwe yîn cilûbergdirûnî dema xwe derbas bikin.
Mehên Adar û Nîsanê bi roja 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanî, 10’ê Adarê Roja Cilûbergên Kurdî li Başûrê Kurdistanê, Newroz, Serê Nîsanê û wekî din gelek derfetan diafirîne ji bo lixwekirina cilûbergên Kurdî li Başûrê Kurdistanê.
Dirûnkar bi wan re nagihin
Em jî çûn serdana bazara Silêmanî, Seyidsadiq û Xurmatû, da ku bizanin bazara cilûbergên Kurdî çawa ye û amadekirina cilûbergên Kurdî çawan e.
Rojene gelek kes serdana bazara Silêmaniyê dikin û li qumaş û rengên jê hez dikin digerin da ku di xeyala xwe de ji bo plankirine amade bikin.
Xema kirriyaran netê reng û kirrîna qumaş e. Belkî xema wan a mezin ew e ku dirûnkar nikarin di dema ji wan re lazim de ji bo wan bidirûn û amade bikin.
Dirûnkaran got, tevî ku nêzî 500 parçe qumaş li gel wan e jî û wan soz daye xwediyê wan di dema ji wan re diyarkirî de bidirûn jî, dibe ku hinek ji wan heta Newrozê bi dawî nebin û piştî Newrozê bidirûn.
Îsal daxwaz zêdetir e
Dirûnkar Hewser Wahîd got, ew dixwaze ku qumaşê li gel wê ne, heta Newrozê temam bike û got; “Îsal xwesteka welatiyan a cilûbergên Kurdî zêdetir bûye. Daxwazê dikin ku weke berê cilûberg fireh werin dirûtin. Lê di van salên dawî de dixwestin teng bên dirûtin.”
Şilêr Emîn ev demek e ku karê dirûnê dike. Wî jî got; “Îsal dixwazin qumaşan biteqînim. Ez li gorî daxwaza mişteriyan ji wan re çêdikim.”
Ji Hindistan û Çînê qumaşan tînin Başûrê Kurdistanê. Pirraniya qumaşên ji van welatan ve tên, ji aliyê jinên wan welatan ve tên çêkirin. Bazirgan û xwediyê kargehan, van qumaşan tînin li gorî xweşikbûnê, gulên mezin û biçik li ser datînin.
Li bazara navçeya Xurmal jî bazara cilûbergê Kurdî heye. Faxiz Heme Şeref qumaşê cilûbergê jinan û zilaman difiroşe. Bi xwe jî cilûbergê Kurdî li xwe dike. Faxiz Heme Şeref jî bi bîr dixe ku niha xelk zêdetir di dema merasim û pîrozbahiyan de cilûbergên Kurdî li xwe dike.
Li Xurmal kêm e Li Seyidsadiq zêde
Dikanên firotina cilûbergên Kurdî, weke dikanên cilûbergên jinan mişt nebû. Dikandaran da zanîn ku sedema bêbazariyê, dûrketina ji cilûbergên Kurdî ye.
Li navçeya Seyidsadiq jî serdana bazara cilûbergên jinan kir. Bazar gelek qelebalix bû. Lê, hîna jî dikandar ji kirina cilûbergan nerazî bûn. Hêmin Beha Emîn yek ji dikandaran e, û ew dibêje, li gorî berê, mişterî zêdetir bûne.
Dilya Omer, jineke ji navçeyeyê ye ji bo ji Newrozê re cilûbergên Kurdî bikire hatiye bazarê. Ew dibêje; “Cilûbergên fermî neteweyî ne. Hevî dikim ku welatî di rojên asayî de jî li ber xwe bikin. Divê cilûbergên Kurdî resenbûna xwe ji dest nedin. Destkarî di dirûn û çêkirinê de neyê kirin.”
Jin li gel wergirtina cilên Kurdî, kembera zîv, zerd, zêr, bironz bi kar tînin. Îsal jî zêdetir eşqbend, milelîre, dukme, dolab, bazin û milemêx bi kar tînin.