
Kovarên li çiyayên Kurdistanê ku bi awayekî birêkûpêk derdikevin bi hejmarên nû û bi nivîsên balkêş derketin. Kovarên di meha Nîsanê de derketin bi minasebeta 4’ê Nîsanê deriyên xwe ji felsefe, jiyan, îdeolojî û çanda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vekirine.
Hatina biharê ji bo xwezayê mizgîniya zindîbûnê ye. Lê li çiyayên Kurdistanê ne tenê biharan, her tim zindîbûnek heye. Lê ev zindîbûn bi biharê re zêdetir dibe. Ji ber ku di biharê de li gel rojên girîng her wiha cangoriyên giranbuha çêbûne. Kovarên ku li ser çiyayên Kurdistanê jî weke kulîlkên biharê vedibin û bi awayekî birêkûpêk weşana xwe dewam dikin; van kovaran cih daye rojên girîng û kesayetên girîng ên di demsala biharê de. Kovara Mizgîn, Tanriça Zîlan, Star, Parastina Gel, Komunar û herî dawî kovareke nû ku îsal ji aliyê KODAR’ê ve tê derxistin Neteweyî Demokratîk li çiyayên Kurdistanê weşana xwe dikin.
Mizgîn tovê çanda alternatîf e
Kovara çandî, hunerî û wêjeyî Mizgîn ku ji sê mehan carekê derdikeve bi şîara ‘Çand, civaka dîrokî û mirovahî ye’ ji aliyê Weşanên Akademiya Şehîd Sefqan ve ku xwerû bi kurdî ye tê weşandin. Ligel zaravayê Kurmancî, nivîsên zaravayê Kirmanckî jî tê de hene. Kovara Mizgîn naveroka hejmara xwe ya biharê li gorî taybetmendiyên demsalê xemilandiye. Kovara Mizgîn wekî her tim kilîda deriyê kovarê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiriye. Ligel nivîsên bîranîn, ceribandinê, nivîsên li ser çand, sînema, şano û muzîkê jî di kovarê de cih digirin. Her wiha nivîseke berfireh li ser hunermendê nemir Mihemed Şêxo jî di kovarê de cih girtiye.
Deriyê xwe li 4’ê Nîsanê vekir
Kovara mehane Tanriça Zîlan ku kovareke çandî, siyasî û îdeolojîk e ji aliyê PAJK’ê ve tê weşandin. Kovara Tanriça Zîlan bi kurdî û tirkî weşanê dike û di meha Nîsanê de bi hejmara 148’an derket. Kovarê di vê hejmarê de bi minasebeta 4’ê Nîsanê cih daye jînegeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Nivîsa edîtor cih daye nameya Sakîne Cansiz ku ji bo 51’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsiye. Beşek ji nameyê wiha ye:
“Rêberê Min Rêhevalê min ê sewdayê,
Belkî di van saetan de tu pêgermokê divajî. Sirra hênikahiya behrê hîs dikî. Lê em, jinên sewdayê? Dengê hesreta te çepera dilê min dide zorê.
Min di fîlmekî de li kêliyên ku Îsa li çarmixê didan temaşe kiribû. Bahoz radibû…”
Stargeha li çiyayên Kurdistanê
Kovara mehane ya bîrdozî, çandî û leşkerî Star bi hejmara xwe ya 126’an derket. Kovar bi şîara ‘Bêrîtan rûmeta me ya azadiyê ye’ ji aliyê YJA STAR’ê ve tê weşandin. Nivîsên li ser 4’ê Nîsanê û nêrînên gerîlayan di vê hejmarê de cih girtine. Li kêleka wê nivîsên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, pêşketinên rojevî, pirsgirêka jinê, hevpeyvîna bi Endama Komîteya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî, dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, helbest û bîranînên gerîla jî hene. Di kovarê de danasîna keleha berxwedanî û lehengiyê Heftanîn û nivîsa li ser mirtoxeyê balê dikişîne.
Parastina Gel jî bi kulîlkên Nîsanê
Kovara mehane ya leşkerî, ramyarî û bîrdozî Parastina Gel ku ji aliyê HPG’ê ve tê weşandin bi hejmara 131’ê derket. Kovar bi şîara ‘HPG artêşa fedaî ya Rêber Apo ye’ bi Kurdî, Tirkî û Erebî weşanê dike. Di vê hejmarê de dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser dayika Uveyş, nivîsên li ser 4’ê Nîsanê, cangoriyên meha Nîsanê û nivîsên cangoriyan, bîranînên gerîlayan û babetên cur bi cur hene.
ANF/BEHDÎNAN