Niha bihar, bihara Kurdistanê ye. Li her deverê Kurdistan... Wek mînak ji Rihayê hetanî Botan...
Em bêjin bi rêwîtiyeke kin û kinasî, ji Serêkaniyê destpê bike heta Qoser'ê... Ew rêya ku saetek didome, di rastiyê de temenek e, ji temenekî jî wêdetir e... Ji ber ku gava tu di vê demsalê de li ser wê axê rêwîtiyek bikî, temen ji mêjiyê derbas dibe û ji aso dibihure, tu dibêjî qey ez ketime bihuştê.
Der û dor tev şînahî, tîroj û tava rojê wekî destê dayikekî ku ruyê însan mizbide heta ku însan evînê ji kurahiya dilê xwe ya ku di cihê herî kûr de hîs bike bi wî awayî... Bu kurt û kurmancî, şiyarbûna xweza û jiyan tevda, bi taybetî li hin deverên Kurdistan xweş e...
Lê zêdetirî Kurdistaniyan, ji ber ku ne li ser axeke rizgar dijîn, va sed sal jî zêdetir e bihûştiya welatê xwe najîn. Yên ku dewlemendiya vê dinyayê ji destê wan hatiye dizîn, anko Kurdên ku ne xwedî ax û milk in, bihara wan her sal û her biharê tenê li ser erd û zeviyên xwedî ax tê jiyandin. Li wan deran wek xulam bi demsalan dixebitin. Çiku "Demsala bihuştê", ji bo wan dema şixulandin e.
***
Êdî demsal bihar e û li her deverên Kurdistan maşînên karkeran radibe. Bi Qeymonan zelûlên Kurd, ji malên xwe tên veqetandin. Ji malê barkirina wan; bi van demsalan, bi biharê, bi desmala bihuşta Kurdistanê destpê dike.
Di van deman de ji Amedê, ji Rihayê, ji Elih, ji temam bajar, bajarok û gundên Kurdistan, malkirineke kevneşopî tê jiyandin. Yên ku ji milkê hatine zelilandin niha di rê de ne. Aniha, gava ku hûn vê nivîsê dixwînin, bi hezaran însan, ji Serêkaniyê bigire heta Qoserê, ji Elihê bigire heta Cizîrê, temam ji bajar û bajarokên Kurdistane, berê xwe dane zevîyên dewlemend ên Tirkiyê, an li ser qeymonekî, an bi mînîbusan, an bi tirên, an bi awayekî din, di rê de ne. Heta Qeyserî, Enqere, Edene, Mêrsîn, Îzmir û heta Behra Spî û Behra Reş'ê... Li her derê demsala biharê ye, lê ji bo wan li her derê dema xebat û xwîdanrijandinê vedibe.
Her biharê, bi destpêka rêwîtiya wan, di heman demê de mirin û nexweşketina wan jî destpê dike.
Hinê wan bi qezayên trafiqê ve, hinê wan jî li zeviyan, li konên ku di kêleka zeviyan tên vekirin de jiyana xwe ji dest didin. Pergaleke tendurustiyê jî tunîne ji bo wan. Hema bi însafa xwediyên zeviyan e... Heke bixwazin xebatkarên zeviyên xwe ya nexweş dibin nexweşxanê, nexwazin jî bi kêfê re...
Zarok ji dibintanê dûr dikevin, jin ji zeviyan zarokên xwe tînin dinê, temam xebatkar ji malê xwe û xizmên xwe dûr in, lê ji van wêdetir jî karkerên demsalî ji jiyan dur in heta zivistanê. Nêzî 10 meh dixebitin, ji meha Mijdar heta meha Avrêlê dikarin vebigerin li ser ax û warên xwe.
Ev kêşe, kêşeyeke Şoreşa Kurdistan a herî mezin e. Şareşa Kurdistan ne tenê bi ser xwe şoreşeke siyasî ku em bêjin li dijberî dagirkerên hin welatên din e, Şoreşa Kurdistan di heman demê de divê bibe şorekeşe çînî û şoreşeke kedkarî jî... Ji ber ku, her çiqasî temam Kurdistaniyan di bin zextê dagirkerên çend welatin jî, di heman demê de çend dewlemendê Kurd ya ax jî, gundî û kedkaran dagir dikin.
Ev dewlemendan jî, çi Tirk be, çi Faris û çi Ereb be pişta xwe didin dagirkerên desthilatdar, bi vî awayî dagirkeriya xwe ya li ser Kurdên bêax pêk tînin.
Êdî demsal bihar e, em hêvî bikin ku ev bihar, di heman demê de bibe bihara şoreşê Kurdistan a çînî jî...
Bihara Şoreşê
Êdî demsal bihar e. Demsal vejîna ax, şiyarbûna pel û pelik, dar û darik, şînbûna deşt û berpal, bi temamî erd û giha, vejîna çol û çiya, serxwebûna erd, tevahî vejîna jiyan e demsal... Êdî dem dema hilberandin, bi amûrên tev danê ve zikê axê kolandin, demsal tevda afirandin a jiyanê ye.