Xelkê Şengalê doh jî li dijî hatina hatina qeymeqam û meclîsa Şengalê ya berê ku ser bi PDK’ê bûn, nerazîbûn nîşan da û got:”Bihêlin em bixwe xwe birêve bibin.”

Pêkhateyên Şengalê doh li dijî biryara hatina qeymeqam û meclîsa Şengalê li Sinûnê xwepêşandaneke girseyî lidarxistin. Xwepêşandan ji aliyê Heyeta Tifaqa Şengalê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate organîzekirin. Xwepêşandan bi meşa li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên, “Bijî bijî Êzîdxan, bimre xiyanet” bilind bû. Girseya gel heya rêya sereke ya Sinûnê meşiyan û li wir daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê hate dayîn.

Bila werin dadgehkirin

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Federal a Iraqê hat kirin da ku îradeya xelkê Şengalê esas bigire û daxuyanî bi vî rengî dewam kir:” Em ji hemû alî û kesên ku dibêjin, em mafê mirovan diparêzin dixwazin, hewl bidin yên bûne sedema kuştin û revandina bi sedan welatiyên Êzîdî, li pêş çavê herkesê werin dadgehkirin.”

Daxwazên gelê Şengalê

Her wiha di daxuyaniyê de 4 daxwazên sereke pêşkêşî hikûmeta Iraqê û aliyên pêwendîdar hate kirin:

“1- Em ji hatina îdareya Şengalê ya berê ku bûye sedema fermana 74’an û siyaseta Barzanî ya li ser Şengalê re dibêjin, na.

2-Îradeya ku îro di vê daxuyaniyê de amadene dibêjin, divê Şengal bixwe xwe birêve bibe û qebûl nakin ti kesek din temsîla gelê bike.

3-Em daxwazê ji Hikûmeta Federal û Saziyên Mafê Mirovan dikin ku yên Şengalê bixwe di Meclîsa Şengalê de cih bigirin.

4-Em bang li cihên peywendîndar û rêxistinên mafê mirovan dikin ku di demeke herî zûde ev siyaset û planên li ser Şengalê bidin sekinandin û rêz bigirin îradeya gelê Êzîdî.”

 

ROJNEWS / ŞENGAL