Civîna PDK û YNK’ê ya li Hewlêr ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû. Di civînê de berdevkê PDK’ê got, lijneya danûstandinan a ji bo avakirina hikûmeta nû hê bêhtir were çalaktir kirin. Berdevkê YNK’ê jî diyar kir ku pêwîst e ji bo mijara Kerkûk û navçeyên bi nakok bi Bexdayê re guftugo werin kirin.

Piştî ku doh civîna YNK û PDK’ê ya ji bo guftugoyên li ser pêkanîna hikûmeta nû xilas bû, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de berdevkê PDK´ê Mehmud Mihemed û berdevkê YNK´ê Sedî Ehmed Pîre axivîn.

Lijne wê dest bi civînan bikin

Destpêkê berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed li ser civînê axivî û got: “Pirsgirêka Kerkûkê heye, divê em bi hevre kar ji bo Kerkûkê bikin û guftugoyan li ser bikin. Herwiha em bibin piştgiriyek bi hêz ji bo kabîneya nû. Ji bo vê me di civînê de biryar da ku civînên lijneyên me jî dest pê bikin. Herwiha civîna mekteba siyasî wê di demeke nêzîk de çêbe.”

Mehmud di dewamê de got, wan di civînê de biryar daye ku lijneya danûstandinan ya ji bo pêkanîna hikûmetê çalaktir bibe û dest bi karên xwe bike. Mehmud di dawiyê de diyar kir ku wan ji bo danûstandinên PDK û YNK’ê lijneyek din jî ava kiriye.

Piştî wî, berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre jî got: “Pêwîst e em di vê demê de, bi Bexdayê re li ser mijara Kerkûkê û navçeyên bi nakok guftugoyê bikin. Ti bajarê din weke Kerkûkê tijî leşker nîne. Leşkerên niha li Kerkûkê bûne sedema pirsgirêkan.”

 

HEWLÊR