Di nav wan de namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Ahmet Turk jî, HDP´yî bi armanca piştgirîdayîna girtiyên di greva birçîbûnê de, çûn Hepsa Tîpa M a Mêrdînê û ligel astengiyên polîsan jî bi gotina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” piştgirî da girtiyan.

Rêveber û endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, bi armanca piştgirîdayîna 7 girtiyên di 5’ê Çile de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger, çûn ber Hepsa Tîpa M ya Mêrdînê.

Namzetê hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û namzetê hevşaredariya navçeya navendî Artûklû, Nûrettîn Tûrgay jî di navê de HDP´yiyan derbarê rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, ji malbatên serdana zarokên xwe kirî zarokên xwe, agahî girtin.

Rêveberên HDP û namzetên hevşaredariyan paşê bi raydarên girtîgehê re hevdîtin kir. Wan xwest li vê derê daxuyaniyê bidin, lê hêzên çekdar ên dewleta Tirk dest werda komê. Komîê li vir bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” nerazîbûpn nîşan da û Ahmet Turk jî daxuyaniyek kurt da rojnamevanan. Turk xwest demildest tecrîd bi dawî bibe û got, “Ger tecrîd rabe, dê pêşiya siyaseta demokratîk vebe.”

 

MÊRDÎN