
Jin zêdetir eleqeyê nîşan didin
Demîrt ji bo kesên temenê wan mezin dersên sîrtakî, tango dide û govenda Dêrsîmê û Horon jî dersên ku tên tercihkirinê ne. Di serî de tango û reqsên gel ji aliyê jinan ve eleqeyê dibînin. Demîr diyar dike ku ji ber bêeleqebûna mêran pir caran zehmetiya partnerên mêr dijîn. Li gorî agahiyên ku Demîr dane piranî kesên tên wir ji ber bedena xwe bixebitînin û ji kîloyê xwe rizgar bibin tên. Demîr da zanîn ku zarok jî ji bo armanca we tên.
Li bajar ya ku herî zêde tê tercihkirin reqsa sîrtakî ya Yewnane. Lîstika kolektîf ya reqsê, xîtapkirina fîguran sedemên tevlibûnê zêde dike. Demîr di vêmijarê de wiha dibêje: “Ev reqsên em dikin li Dêrsîmê pir kêm tên zanîn û piştî ku tê naskirin zêde tê tercihkirin. Dibêjin ew reqsek çawaye. Dema temaşe dikin li xweşa wan diçe. Tangot ji aliyê ciwanan ve pir tê hezkirin. Mêr hinek bi mesafene. Gelê li vir dibêjin em reqsa gelerî dizanin bes. Ev reqs jî tenê di dawetên vir de tên lîstin.
Piştî demeke dirêj şûnde dema vegeriya Dêrsîmê armanca min ya sereke der barê folklora Dêrsîmê de lêkolîn bû. heta ji destê min hat min xebatên fermî û ne fermî meşand. Li ser reqsên gelerî sersariyek heye. zarok di vê mijarê de zêde tên îhmalkirin. Di vê mijarê de min dosyayek pêşkêşî şaredariya Dêrsîmê kir.
Demîr got: “Xuyaye dansa tango û salsa hinek tirsandine. Hinek dibêjin emê van dansan bikin nava reskên xwe. Lê bê sedem ji biratiya tango-salsa-horon- govend û sîrtakî ditirsin. Me xebatek sê meha meşand. Di encamê me xwepêşendanek pêk anî. Bertek gelek erênî bûn. Yên tevli bûn keyf girtin. Li xweşa her kesî çû. Ger ku mirov vî karî baş bikin mirov bertekên êrînê digirin.
Melek Tokyay Aydin, Medîne Gundogdu û Kîbar Kara yên ku dersan digirin tecrubeyên xwe yên çend mehan vegotin.
Melek Tokya Aydin: Kîjan reqs be bila bibe, ez eleqeder dibim. Min berê di tu xebatêde cih negirt.ez yekem car li vir diçim kursê. Niha ez hewl didim sîrtakî û zeîbetîko fêr bibim.
Medine Gundogdu: Min berê govend dizanibû. Sê meh berê tevli kursa şemamê bûm. Ji bo reqsek cuda hîn bikim tevli bûm.
Kibar Kara: Berê li dijî reqsan tu eleqeya min tunebû. Ez li dawetan jî nedilîstim. Ji ber vê jî tevli sura govend û şemamê bûm.
DÎHA/DÊRSIM