Ji Hepsa Gebze, li ser navê girtiyên ji doza PKK´ê û PAJK´ê ên di greva birçîbûnê de Ayten Gulsun, Ozlem Ozdemir, Ozlem Soyler, Hacer Xelîl Yûsif, Ruhsan Bozan û tevahiya çalagvanê di zindanan de peyameke 8´ê Adarê weke name şandin. Hepsiyan di nameyê de li şûna peyvên şênber, tercîh kir ku bi hêvî, azadî, xeyal û Rojê bi wêje û îmajên wêjeyî peyama xwe ya Azadiya Jinê û têkoşîna li dijî tecrîdkirina Ocalan bidin.
Beşên girîng ên di nameyê de derketin pêş jî ev in:
“Hevalên hêja, va ye, dîsa 8´ê Adareke din mîna jineke ku li baskê xwe digere, bi ser me de hat.
Bi stûyê me ve kîtabeyên evîna li ser zimanê me stranên Rojê, di kefa mista me de birînên me yên xwînî, pişta me li qirnê bîstî û yekemîn, berê me li giravê mîna mêvaneke heyamî pêşwazî dikin…
Mîna şefeqek mizgîniya xwe li şibakên xeyala me bide. Navê her jineke kedkar a kuştî li xwe dike û taca gulên heyvên çardehşevî belav dike li keçikên nûgihayî û dibe dengekî bilind ku dibêje, “Êdî naqos ji boy Jinên Azad lêdixe”. …
(Em ê) Bibîranînên xwe yên bi rûmet bikin morîk, di stûyêî xwe xin. Mîrata şehîdên bêmirin li ezmanê utopyayê xwe xin. Û em di valahiyên xwe yên kûr de kulîlkên paşerojê şîn bikin. Da ku roj timî li dilê me bikene da ku seydayê şefeqan bibe bang ji êvarên me yên azad re û da ku em bibin mîrên xewnên xwe yên ku tim axîna me bû.
Em serhildanan ji xwe re bikin neynik
Rabin em destê xwe di milê xwişka xwe azadiyê xin. Serhildanan ji xwe re bikin neynik. Giravê bikin aso ji xwe re û têkevin meydana cejneke pîroz.
Em 8´ê Adarê li we hemû hevalan û li Roja xwe ya ku ev roj ji boy me bi wate kiriye, pîroz dikin. We bi van dilê xwe yên ji agir germtir hembez dikin. …
Silav li yên ku di bedenên xw ede jina kole kuştin û jina bi agir afirandin Kurde û Rotînda re
Silav li şehîdên xweseriyê Jiyan Şer, Eylem, Fatma, Sêvê, Pakîzê, Asya, Yuksel, Sebahat Erşekê.
Silav li Serokê Azadiya Jinên Kurd Serok APO!
Bijî Rojên 8´ê Adarê
Bijî Jinên Azadîxwaz!”
KOCAELî