Bijîşkên Kurd ji bo xizmeta Kurdistaniyan di bin banê KCDK-E´yê de Komîteya Tenduristiyê ava kir û di navê de Kurmancî û Soranî jî bi gelek zimanan xizmetê dike.
Li Ingilîstan, Skoçya, Galiya û Bakurê Îralandayê ji bo Kurdistaniyan Navendên Krîzê hatin avakirin. Di ser van navendan re Kurdistanî dikarin ji bo dabînkirina xurek alîkariyê wergirin.
PERVÎN YERLÎKAYA
Di bin banê KCDK-E´yê de bijîşkên Kurd ên li Ewrûpayê Komîteya Tenduristiyê ava kir û vê komîteyê dest bi xizmeta xwe kir. Armanca komîteyê ew e ku miletî li ser vîrusa koronayê agahdar bike û biparêze. Komîte wê bi zimanên Kurmancî, Soranî, Tirkî, Elmanî û Ingilîzî vê xizmeta xwe bide. Ew ê her wiha weke fîltreyekê jî bixebitin da ku bikin Kurdistanî rast bên agahdarkirin.
Endama Komîteya Tenduristiyê, kardiyolog Dr. Zeynep Binici Çetinkaya ya li Danîmarkayê dimîne, li ser xebatên xwe got, “Armanca komîteyê ew e ku agahiyên li herderî bîne cem hev, û yên herî rast bi awayekî parzinandî bigihîne xelkê. Li Ewrûpayê komîteyeke me ya giştî heye û em wekî din hewl didin komîteyên welatan jî ava bikin. Ez hewl didim li Danîmarkayê komîeteyekê ava bikim. Ya ku ji bo me derd e, ew e ku em agahiyên ji miletê me re muhim û lazim, berhev bikin û bi Kurmancî, Soranî, Tirkî, Elmanî û Ingilîzî bigihînin milet. Em ê van agahiyan paşê li ewrûpayê bi rêya medya civakî, çapemeniyê û komeleyên me belav bikin. Wekî din em ê li her welatî xeteke telefonê ya şêwrê çêkin. Em ê hejmarên telefonên van xetên şêwrê jî belav bikin. Nexasim ên ku bi zimanan nizanin û pêdiviya wan bi alîkariyê heye, dikarin di ser van hejmarên telefonê re xwe bigihînin bijîşkên me. Mesela, ez ê li Danîmarkayê bi Kurdî agahdar bikim.”
Hejmarên telefonan
Dr. Zeynep Binici Çetinkaya got, li her welatî jixwe xetên telefonê yên navendî yên elaqedarê şewba koronayê hene, lê wan ji bo kesên bi ziman nizanin û pêdiviya wan heye, hejmarên telefonê li gorî zimanan diyar kirine:
Kurmancî: 004531315142
Soranî: 00491728050981
Tirkî: Elmanî û Ingilîzî: 00491786574859
Xweparastina ji şewbê
Dr. Zeynep Binici Çetinkaya bi bîr xist ku li welatê ew lê dimîne, yanî Danîmarkayê hejmara nexweşan ji hezarî bihuriye û kesên ji ber şewbê mirine jî 4 in. Wê da zanîn ku li Danîmarkayê du hefteyan ji bilî pîşeyên mecbûrî, ji bo kesên din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Wê jî şîret kir da ku vîrus cidî bê dîtin û xelk bi tevdîr be. Ew jî pêşniyaz dike her kes heta ku mumkin e li mala xwe bimîne û nexasim yên di grubên rîskê xwe biparêzin. Ew bi îhtîmam bi bîr dixe ku vîrus bi dilopên şiliyê belav dibe, yanî di nava dilopên bi kuxikê, pişkînê, axaftinê ew dikare derbasî kesekî din bibe, yan jî gava mirov destê xwe bide cihekî bi vê şiliyê bûyî jî, vîrus dikare vegire. Ji ber wê jî ew pêşniyaz dike mirov destdan û temasê heta mumkin e kêm bike. Destşûştin divê cidî bê kirin. Heger mumkin be mirov ji malê kar bike.
Em dikarin telefonî ku bikin ?
Li Ewrûpayê li her welatî xetên taybet hene ku li ser şewba korona mirov dikare li wan bigere. Heger bijîşkê malê ne amade be hûn dikarin ji van hejmarê telefonê yên li jêr xwe bigihînin kesên dikarin alîkariya we bikin:
Elmanya: 116117
Swîsre: 0584630000
Fransa: 0800130000
Belçîka: 080014689
Holanda: 08001351
Ingilîstan: 111
Awusturya: 1450
Danîmarka: 70200233
Ji bo Kurdên Ingilîstanê navenda krîzê
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, ji ber vîrûsa korona, Navenda Krîzê ava kir. Meclîsê ji ber vîrûsê, xwepêşandan, pîrozbahî û panelên li tevahiya welêt betal kirin û ji bo bersivê bide pêwîstiyên lezgîn ên civakê, Navenda Krîzê ava kir.
Navenda Krîzê ji berdevk û xebatkarên komîsyonên tenduristiyê, çandê, rêxistinbûnê, çapemeniyê û gelek komîsyonên din pêk tê. Navenda Krîzê wê ji Navenda Civaka Kurd a li Londonê bê birêvebirin.
Meclîsa Gel ku avahiya navendê sterîlîze kir, hin biryar wergirtin. Bi taybetî bang li civaka Kurdistanî kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara mirovên li ingilîstan, Skoçya, Galiya û Bakurê Îrlandayê bi vîrûsê ketine, ji 1500´î bihuriye. Hate bibîristin ku Sîstema Tenduristiyê ya Ingilîstanê (NHS) ji bo nexweşan tenê gotiye ‘Bila 7 rojan li malê xwe îzole bikin’ û ji bilî vê pêşniyazê bi ti berpirsyariyê tevnagere. Di daxuyaniyê de hate gotin, Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo tenduristiya gel di serî de li Londonê li gelek bajaran Navendên Krîzê ava kiriye.
Hate destnîşankirin ku Navendên Krîzê wê bi mirovên li malên xwe îzole bûyî û pirsgirêkên wan xwarinê hene, têkiliyê deyne û ji wan re bibe alîkar.
Hejmarên telefonê û navnîşana Navenda Krîzê ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ev in:
Ercan Akbal: 07424289128
Besime Bardak: 07507187771
Nejla Ari: 07780179787
Mehmet Kardu: 07734360980
Navnîşan: 11 Portland Gardens Haringey/London N4 1HU.