Bavê endamê PKK’ê Saîm Bayram (Çekdar Zagros) Mehmet Bayram, diyar kir ku dê der barê mijarê de dozê veke û ket nav tevgerê. Bavê Saîm Bayram (Çekdar Zagros) yê di sala 1993’an de tevlî PKK’ê bû, Mehmet Bayram, diyar kir ku wî derheqê lawê xwe de 2’ê tebaxê de agahî ji nûçeyên çapemeniyê girtiyê ew ê dozê veke.
Mehmet Bayram anî ziman ku wî bi nûçeyên ku di çapemeniyê de derketi ne hin bûye ku lawê wî jiyana xwe ji dest daye.
Bayram, destnîşankir ku di şer de karkirina çekên kimyewî sûc û li gorî nûçeyan Tirkiyê çekên kimyewî li hemberê PKK’ê bi kar tîne. Bayram da zanîn ku ji bo kes nemirê ew ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bikar binê.
Bayram, bang li malbatên zarokên wan di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane kir û û xwest malbat jî li dijî bikaranîna çekên kimyewî yên hatine bikar anîn gilî bikin.
ÎZMÎR