Doh saet 14:00’ê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Meclisa Bilind a Îslamî li Iraqê Emar Hekîm li eniya Xazir daxuyaniyek çapemeniyê dan.

 Di daxuyaniya çapemeniyê de pêşî Mesûd Barzanî axivî û got: “Em dixwazin bê rijandina xwîna xelkê Mûsilê operasyona rizgarkirina Mûsilê bimeşe û Mûsil bê rizgarkirin. Dema çûna nav bajarê Mûsil em nikarin diyar bikin.”

Her wiha Barzanî diyar kir ku wê pêşmerge nekevin nav Mûsilê û têkildarî tevlîbûna leşkerên Tirk ji bo operasyona Mûsil jî Barzanî got: “Ti zanyariyek min li ser tevlîbûna hêzên Tirkiyê ji bo operasyona Mûsilê nînin.”

Barzanî di dawiya axaftina xwe de têkildarî mijara piştî rizgarkirina Mûsilê jî wiha peyivî: “Wê lijneyek têkildarî mijara piştî kontrolkirina Mûsilê, li gel Bexda rûne.”

Hikûmeta Iraqê jî nerazî ye

Piştre jî Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî li Iraqê Emar Hekîm ku axivî, diyar kir ku ew hêvî dikin serkeftina wan a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dewam be û diyar kir ku ji bo şerê Mûsil jî wê fermanê ji ti welatekî negirin.

Hekîm got; “Ji bo hatina her hêzek û leşkerên Tirk ji bo ser xaka Iraqê divê bi destûra Iraqê be. Niha li ser xaka herêmê heye û armanca wan jî diyar e. Hikûmeta Iraqê li hemberî hebûna leşkerên Tirk li Başîqa nerazî ye û ev ji dervey lihevkirinê ye.”

 Di dawiyê de jî Emar Hekîm bang li Tirkiyê kir ku bi şêweyek bê pirsgirêk leşkerên xwe ji xaka Iraqê vekişîne. 


 HEWLÊR