
Endamê Desteya Komîteya Rêveberiya PKK’ê û Fermandarê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan îdiayên ku xeta petrolê PKK teqandiye û dixwaze li Başûr serhildanê bike, derew derxist û xwest ku di vê derbarê de lêpirsîn were destpêkirin. Karayilan banga yekîtî û diyalogê li rayedarên Başûr kir û got: “Dostê me yê stratejîk em bixwe ne, ne dewletên dagirker.”
Endamê Desteya Komîteya Rêveberiya PKK’ê û Fermandarê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan Murat Karayilan ji RojNewsê re peyivî. Karayilan bersiv da îdiayên ku PKK xeta petrola Kerkûkê teqandiye û dixwaze li Başûr serhildanê bike. Her wihah Karayilan banga yekîtî û hişyariyê li hemû alî û siyasetmedarên Başûr kir.
Em ne alîgirê dijminatiya navxweyî ne
Murat Karayilan wiha axivî: “Bi rastî hinek mijarên girîng hene. Divê mirov eşkere bike. Niha li Başûrê Kurdistan qeyrana heyî em dixwazin çareser bikin. Em weke tevger krîzên li Başûr heyî, pirsgirêkên navbera rêxistinên siyasî dixwazin çareser bikin. Ne ku kûrtir bikin. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê gelek zehmetî dîtiye. Niha hinek azadî çêbûye. Divê ji bo azadiya beşên din jî rola xwe bilîze. Em ne alîgirê dijminatiya navxweyî ne. Hinek dixwazin ku tevgera me bikin alî, em dijî vê ne.
Dagirkeriya kûr îro pir aktîf
di dewreyê de ye
Karayilan bal kişande ser polîtîkayên dagirkeran li ser Kurdistanê û ew wek dagirkeriya kûr binav kir û wiha pê de çû: “ Dagirkeriya kûr heye li Kurdistanê. Ev dagirkeriya kûr tê çi wateyê. Dagirkeriya kûr li ser Kurdistanê her çend di navbera wan de nakokî jî hebe, dema mijar dibe Kurdistan cardin li hev dikin. Ez ji vê re dibêjim dagirkeriya kûr. Tiştê niha ez dibînim dagirkeriya kûr îro pir aktîf di dewreyê de ye. Bi taybet bi pêşengiya AKP’ê dagirkeriya kûr şêwazê xwe nûjen kir. Şêwazê şerê taybet dimeşîne. Bi tere tiştek diaxive, diçe tiştek din dike.”
‘Ez bixwe li ser sekinîm ti elaqeya me bi teqîna xeta petrola Kerkûkê re nîne’
Murat Karayilan di dirêjahiya axaftinên xwe de îdiayên ku PKK’ê xeta petrola ku ji Kerkûkê diçe, derew derxist û wiha pê de çû: “Pêş vê du hefteyan li Rihayê xeta petrola ku ji Kerkûkê diçe Tirkiyeyê hat teqandin. Hinek rayedarên Başûrê Kurdistanê bi şêweyek nerast û bê ûslûb em rexne kirin. Dikarin ji me pirs bikin ka kê ev kiriye û çawa çêbûye. Lê bê ku pirs bikin. Bi zimanek neyînî rexne kirin. Lê piştre aliyên pirsîn jî hebûn. Em wan spas dikin û me heqîqet ji wan re îzah kir. Piştre 27’ê Sibatê di çapemeniyê de hat gotin ku li Hezexê jî xeta petrola Kerkûkê hatiye teqandin. Niha li Hezexê şer heye. Bi giranî em li wir in rast e. Dixwazin van çalakiyan bixin stûyê me. Ez bi xwe li ser vê rewşê sekinîme û bi ti şêweyî bi van kiryaran re eleqeya me nîne. Wê demê kî van dike. Diyare hinek dixwazin tevlîheviyê bikin. Kontrolgerîlayên Tirk ev kiriye. Destê MÎT’ê nav vê de heye.
Ger biraderên me bawer nekin, wê demê pêşniyara me heye. Werin em komsiyonek hevbeş çêkin. Bila ev komisyon lêpirsînê destpê bike. Bila van mijarên teqandina boriya petrolê û gotinên hewldanên PKK li Başûrê Kurdistanê dixwaze hêzek çekdarî çêbike, lêkolîn bike. Bila ev komisyona serbixwe lêkolîn bike. Çi encam derket me qebûl e.”
‘Ger belge hebe bila eşkere bikin’
Murat Karayilan her wiha bersiv da îdiayên ku PKK dixwaze bi hinek aliylên din re li Ranya û Qeladizê serhildanê bike û got: “Pêr di çapemeniyê de ez lê rast hatim, dibêje alîgirên PKK’ê li gel Tevgera Goran dixwazin li Ranya û Qeladizê serhildanê bikin. Dibêjin PKK dixwaze bi qeyrana aborî Başûrê Kurdistanê têk bibe. Çawan van tiştan bawer dikin. Hinek biraderên PDK’ê çûne bi Konsûlxaneyan re li Hewlêrê hevdîtin kirine. Ez niha dipirsim hûn tiştek wiha çawan bawer dikin. Ger tiştek wiha hûn dizanin çima hûn ji me napirsin. Bi temamî derew e, bê bingeh e, fitneyê dikin. Dijminek sûda xwe di vî karî de heye. Fitne heye, wisa nekin. Dibêjin belge di destê me de hene. Başe ka wan belga bînin. Ger ku belge heye ev hîn xirabtire, ka eşkere bikin. Diyare ew kesên ku van fitneyan dikin amadekariyên xwe baş kirine.”
‘Lîstikên dijmin e’
Fermandarê Navenda Parastina Gel hişyar kir ku îdiayên bi wî rengî lîstikên dijmin e û wiha axivî: “Çawan biraderên PDK’ê bi tiştên wiha bawer dikin û têxin rojeva xwe, me fam nekir. Dîsan biraderên YNK’ê çawan tiştek wiha bawer dikin ku emê biçin li Ranya û Qeladizê serhildanê pêk bînin. Em heroj bi hevre didin û distînin, ew çawan tiştek wiha bawer dikin. Heval tiştek wisa nîne. Lîstikek dijmin heye. Pilangeriyek heye. Dixwazin navbera me xirab bikin. Ji bo ku di navbera me de sarbûn û veqetîn çêbibe. Dixwazin me dijberî hev bi kar bînin û wisa plana çêbûna Kurdistanê xirab bikin. Rastî eve.
’Bila her kes aqilê xwe bide ser xwe’
Karayilan hişyar kir ku divê her kes aqilê xwe bîne serê xwe û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bila her kes aqilê xwe bîne ser xwe. PKK’ê ti karê xwe nîne ku biçe li Ranya û Qeladizê serhiladanê bike. Yan biçe aboriya Başûr têk bibe. Divê yên wiha rexne dike, pêşî bên ji me pirs bikin. Îro PKK di bin barek giran de ye. Îro PKK’ê pêngavek mezin daye destpêkirin. Dewleta Tirk li Bakur li ser gelê me komkujiyan dimeşîne. 300 sivîlên me bi hovane hemû şehîd kirin. Hevserokê bajarê Cizîrê birêz Mehmet Tunc, jinên Kurd, hevserokên bajarên Silopî şehîd kirin. Ev hemû însanên me yên sivîl û bê çek bûn. Tenê ji bo çavê Kurdan bitirsînin. Ji bo carek din Kurd xwedî li xwe dernekevin. Bajar hemû xirab kirin. Ger wisa neba dikarin yên li hemberî wan şer dikin ciwanin tev bi çekên ferdî ne. Çima li hemberî wan ew jî bi çekên ferdî şer nakin. Vê peyamê didin xelkê ku ger hûn mafê xwe bixwazin emê wisa mala we bi serê we de xirab bikin. Benzîn li ser kesên sivîl de reşandin û ew şewitandin. Erdogan Sedamê dema nû ye. Heya ji Sedam jî xirabtire. Divê hemû Kurd vê bibînin. Li Cizîrê komkujiyên wan kirin, nikare wan eşkere bike.”
‘Ma gotinên Erdogan nabihîzîn’
Murat Karayilan li ser dijberiya Erdogan ji Başûrê Kuridstan re jî wiha bang li rayedarên Başûr kir: “Niha bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re Erdogan û Davutoglu dostaniyê dikin, di heman demê de jî tirba wan dikole. Ger me tine bikin, wê Başûr jî têk biçe. Çima îro ev çend li dijî kantonên Rojavayê Kurdistanê ne, ji bo vê hemû hêzên navnetewî dan dijî xwe. Dibêjin me şaştiyek li Iraqê kir, em vê şaştiyê cardin li Sûriyeyê nakin. Em nahêlin Kurd bibin federal. Ez dibêjim ma qey rayedarên Başûrê Kurdistanê van gotinan nabihîzin. Erdogan 15 roj beriya niha jî cardin ev gotinên xwe dubare kirin. Ew we hezim nake. Ew we qebûl nake. Erdogan ji bo berjewendiyê xwe, ji bo me lewaz bike têkiliyê li gel we çêdike. Ya din jî berjewendiyê xwe bi we heye. Pere ji we digire. Niha tenê Başûrê Kurdistanê bûye dostê Tirkiyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN