Bila bibe sedema yekîtiya me
Doh bi destpêka cejna Remezanê re sînordar jî be Kurdistaniyên li Hamburgê li Mizgefta Şêx Seîd cejna hev pîroz kirin. Her kesî li mala xwe destnimêj girt û çû mizgeftê û li mizgeftê jî bi şertên mesafeya fizîkî nimêj hat kirin. Mele Ferman li vir ji cimaetê re peyivî û got, "Heger em dixwazin Xwedê Teala rojiya me qebûl bike, divê em alîkariyê bidin feqîran, mexdûrên şer û mirovên xwe. Li Kurdistanê bi hezaran malbat mexdûr in. Em destekê bidin kampanyaya hevmaliyê ya Heyva Sor a Kurdistanê. Bila cejn bibe sedema yekîtiya me.
Em wisa dihizirin, lê zalim dibêjin, em ê di mezel de jî rehetiyê ji we re nehêlin û gorên me bi ser me de tînin xwarê. Em ti carî meyla zaliman nekin û em ti carî li cem wan ref negirin." HAMBURG