Mala Êzîdiyan got, ew dengê xwe tevlî dengên birayên xwe yên Ermenî û Suryanî dikin û ji raya giştî dixwazin komkujiyên Seyfo û Şengalê weke komkujiyên tunekirinê  qebûl bikin. 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di 3’ê tebaxa par de êrîşên li Şengalê û êrîşên çeteyan ên li dijî gundiyên Asûrî û Suryaniyan ên herêma Til Temir de, di çarçoveya heman zihiniyetê de ne. Em û Suryanî, Keldanî wekî yek gelî li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn, li ser vî esasî em komkujiya Seyfo wekî komkujiya li dijî xwe dibînin. Jiyana me ya hevbeş dê li Rojava bidome.Em bang li civaka navdewletî û hemû kesên xwedî wijdan dikin ku berê xwe bidin gelê Ermenî û pêkhateyên herêmê û komkujiyên Seyfo û Şengalê wekî qirkirinan gelan qebûl bikin.” 

Li Elmanyayê jî Komelya Çandî û Piştgiriyê ya Gelên Midyadê qirkirina Seyfo bi daxuyaniyekê şermezar kir û hêvî kir ku bi hevgirtinê ew çanda biratiyê ya Mezoptamyayê di nava gelên Kurdistanê de ji nû ve ava bikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN