Jinên li Qamişlo û Helebê doh daxuyanî dan çapemiyê û dagirkeriya dewleta Tirk rûreş kirin.

Jinên bajarê Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û bang li hemû jinên cihanê kirin ku ji bo tolhildana Saraya zarok û Reşa Bisîs serî hildin.

Li Helebê daxuyanî ji aliyê Endama Kongreyê Hena Kirdoş ve li pêşiya Navenda Perwerde û Bipêşxistina Hişmendiya Jinan a taxa Eşrefiyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em weke endamên Kongra Star ên bajarê Helebê soz didin ruhê şehîdan ku em ê li ser rêya wan têbikoşin û em bang li hemû jinên Sûriye û cihanê dikin ji bo azadiya Rêber Ocalan û tolhildana Saraya zarok û ciwana bi navê Reşa Bisîs serî hildin."

Sûcên şer in

Li Qamişlo jî Meclisa Jinên Sûriyê û gelek saziyên sîvîl bi daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke Meclîsa Jin a Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl bang li dezgehên mafên mirovan ên navneteweyî û herêmî dikin ku li hemberî van destdirêjiyên li dijî welatiyên Sûriyeyê nemaze der heqê welatiyên Efrînê de derkevin. Destdirêjiyên Tirkiyeyê di asta sûcên şer û sûcên dijmirovahiyê de ne û divê berpirsyarên van destdirêjiyan ji aliyê civaka navneteweyî ve bêne darizandin."

 

QAMIŞLO/HELEB