Di 16-17’ê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê, li ser axa bi xwîna hezarên şehîdan hatî rizgarkirin, bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê, partî û grûbên jin, ciwan û saziyên civaka sivîl civînek dîrokî pêk hat. Ev civîn, civîna meclisa damezirîner a federasyona Rojava-Bakurê Sûrî bû û bi beşdariya 151 delegeyan pêk hat. Di civînê de hevserok û desteya rêxistinî ya ji 31 kesan hatin hilbijartin. Di nava vê desteyê de jî hemû pêkhate, jin, ciwan û partî hene. Di van rojên biharê de baxçeyekî gulên biharê bû. 

Bi vê civînê re bihara gelan bû bihara rastî gul vedidin, nebû payîzek tûj û dijwar. Di civînê de belgeyek lihevkirinê ku naveroka wê rewşa siyasî, pêlik ji dîroka gelên herêmê, krîza heyî û rêya çareserî weke proje hate diyarkirin. Biryar hat girtin ku desteya rêxistinî li ser hevpeymana civakî kar bike, heya 6 mehan hilbijartinên pergala federasyonê bên lidarxistin. Bêguman ev gavek dîrokî bû di dîroka Sûrî û Rojhilata Navîn de û dikare bibe model ji bo hemû gelan û herêman. Di Rojhilata Navîn a ku nakokiyên wê yên dîn, mezheb, neteweperestî, zayendperestî û zanistperestî ewqas kûr in, di bin navê van nakokiyan de mirov hevdu bi awayekî herî zalimane tune dikin. 

Jin bûye kole, gel perîşan e û desthilatdarî hişmendiya civakê têk biriye. Dîsa di nava van 5 salên şoreşê de Sûrî bi temamî hate xirabkirin, bi sedhezaran gelê wê hatî koçberkirin, di bin navê dîn de serî ji gewda tên jêkirin, jinên vê welatî mîna cariyan tên bikaranîn,tên kuştin û xwe dikujin Rojavayê Kurdistanê karî bi vê projeyê xwe biparêzê û pergala xwe ava bike, ev ne hêsanî bû lê bû nimûne. Tevî vê jî hêzên mudaxilî Sûrî bûne; rejîm, muxelefet û dewletên cîran, ji vê rewşê re rêz negirtin û bi tu şêwazî em beşdarî diyalogên li ser Sûrî nekirin. Dema hemû rê li pêşiya gelekî bên girtin, wê demê ew gel û ew civak wê bi xwe biryara xwe bigire û pêşeroja xwe diyar bike, me jî ev kir. Tavilê hemû hêzan gotin em qebûl nakin, sedema wê jî weke parçekirina Sûrî destnîşan dikin. 

Ev metirsiyek vala û tiyatroyek e, pê maskeya rûyê xwe biparêzin. Her kes dibêje demokrasî, wekhevî û azadî lê belê, projeya herî demokratîk napejirînin. Projeya herî guncaw ji bo pirsgirêka Sûrî ev e, bi xwîn û kedeke mezin ji Çiyayê Kizwanan heya Bendava Tişrîn, ji Efrîn heyanî Şehba ji milê hêzên QSD’ê ve hatin rizgarkirin, modelek xweseriya demokratîk li her sê kantonan hat avakirin, koalîsyona jî Rûs jî vaye bi çavên xwe dîtin û hevkariyek leşkerî ji milê koalîsyonê ve heye. Ji milê din ve di destê tu kesî ve projeyek çareserî nîne, me beşdarî diyalogên ser Sûrî nakin. Û dibêjin ji xwe re rûnin bila hêzên cîhanî ji we re çareserî bibînin. 

Tevî ku pirsgirêkek pir mezin a kurd û gelên li herêma federaliya demoratîk ya statu û çareseriya Sûrî heye, lê li holê tu proje tune ne. Nêzîkatî bi temamî li gorî berjewendiyên siyasî û aborî ne, kesî ku guh dide gelên nîne. Ji bo van hemû yan projeya federasyona demokratîk a Rojava -Bakurê Sûrî modêla herî guncaw û ji bo tevahî Sûrî derbasdar e. Herkes dibêje pergalek ne navendî lê kes nabêje federesyon, vaye me got ev gavek bi cesaret e û şoreşgerî ye. Bila hemû hêzên demokrasîxwaz, bên û beşdar bibin. Bila kes ji vê projeyê netirse û weke parçebûn nebîne ji ber di hundirê sînorên dewleta Sûrî de hatî avakirin. 

Tewrê herî balkêş yê PDK’ê ye, em her kesî fêm dikin, lê PDK! Kesek heye ku gelê wî/wê azadiya xwe îlan bike û bi xwe bi rêve bibe û kêfxweş nebe?! Êh PDK dike. Dereng nema tavilê deriyê Sêmalka girt, ji ber ku ji Erdogan re soz daye ku nehêlê Rojava bi xwe qedera xwe diyar bike. Wê bibe destek ji bo projeyên Erdogan, îlana federasyonê plana wan û AKP vala derxistin. Ji bo wê aciz bûne û beriya her kesî got ev parçe bûne. Ev li ser me ne xerê be, çawa binketina DAÎŞ Erdogan aciz kiriye û êrîşî gelê me li Bakur û Rojava dike. PDK jî ji bo ku nekarî ji Hewlêrê Rojava bi rê ve bibe, aciz bûye û dijminantiya destkeftiyên Rojava dike. Lê bila her kes bizanibe ku gelên li herêmê biryara xwe ya biratiyê û jiyana hevbeş daye, ji vê paş de veger nîne.