‘Bila kilamên me biherikin zozanan’


Di tradîsyon û çanda Kurdan de her bûyera biêş bi kilamên dengbêjan tên zimên û di dîrokê de bêgûman ev kilam dibin rênîşanên herî zelal ên gelê Kurd. Jinên ku çanda dengbêjiyê ji dîrokê heya roja îro tînin, çanda xwe derbasî nifşê nû dikin. Li navçeya Şaxê dengbêja bi navê Leyla Bûge (42) her roj bi jinan re diçe zozanan, bi kilaman û stranên gelêrî jinan kêfxweş dike.
‘Min ji bo bîranîna Delîlayê kilama Delîla çêkir
Leylayê diyar kir ku piştî hunermend Şenay Guçer (Delîla Meyaser) jiyana xwe ji dest da wê dest bi kilaman kiriye û wiha pê de çû: “Dema ez kilaman dibêjim xwe aram hîs dikim. Piştî ku Delîla Meyaser şehîd bû min ji bo Delilayê kilamek amade kir û her cara Delîla dihat bîra min ev kilam digot. Min ji Delîlayê pir hez dikir. Dengê Delîlayê têr û tijî bû. Gava mirovî li Delîla guhdarî dikir aramiya cîhanê tev li laşê mirov kom dibû. Delîla jineke şoreşger, hunermend û şervan bû. Sekna wê cesaret dida mirovan. Lewma wextê Delîla şehîd bû dilê min pir şewitî û min ji bo bîranîna Delîlayê kilama bi navê ’Delîla’ çêkir. Pişt re gava ez diçûm cem jinan, min her tim ji wan re ev kilame distrand. Wisa kêfa min ji huner û dengbêjiyê hat. Niha jî gava ez têm zozanan ez ji jinan re kilamanên xemgîn dibêjim pişt re jî stranên dorveger û gelêrî dibêjin. Delîla ji bo jinên Kurd mînakeke mezin e. Li zozanan çavên me li Delîlayan digerin. Ez her tim dixwazim li zozanan kilaman bêjim. Ji ber ku çiya aramiyê didin min. Gava bîranîn, çiya û stran digihîjin hev xweşikbûna herî pîroz derdikeve holê.”
‘Em bi kilaman mezin bûne’
Leylayê da zanîn ku ew dixwaze her tim li zozanan kilaman bêje û bilêv kir ku kilam gotin ji bo wê bîranîna rastiyên gelê Kurd e û got: “Di dîroka Kurdan de heya niha jinan her tim êşên xwe kêfxweşiyên xwe bi kilam û stranan anîne zimên. Di civaka Kurd de bêgûman delîlayek heye. Jinên Kurd afirînêr in. Komkujî û bûyerên ji bo wan bûne serborî bi hunerê anîne heta roja îro. Zarokatiya min tev li zozanan derbas bûye. Jiyaneke pir xweş bû. Niha jî sebra min li malê nayê ez jî berê xwe didim zozanan hem ji xwe re pincar kom dikim. Hem jî ji jinan re kilam û stranan dibêjim. . Dengbêjî ji bo me pir pîroz e. Bila êdî kilamên me asê nemînin bila azad biherikin.”
ŞÛJIN/WAN
