Kurdistaniyên li Ermenîstanê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir. 

Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê, li avahiya Ajansa Ermenîstanê (Mamûlî Şênk), ji ber sedema tecrîdkirina Ocalan daxuyaniyek hate dayin û tecrîdkirina Ocalan hat rûreşkirin.

Daxuyanî bi organîzasyona Komîteya Kurdistanê û Şêwra Kurdên Ermenîstanê û Meclîsa Şengalê ve hate dayin. Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê, Parlamenterê Kurd Kinyasê Hemîd axivî û got, “Em rizgarkirina Reqayê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê li Rêber Apo, li tevhiya gelê Kurd, li Rojhilata Navîn û bi taybet  li gelê Rojava pîroz dikin.”

Hemît  bi domdarî bi bîr xist ku ev 2,5 sal in dewleta Tirk nahêle Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hev bibîne, ji bo vê jî gel derbarê Ocalan de ne xwedî agahî ye, bi fikar e. Hemîd di axaftina xwe de bang li dewletên dinyayê kir ku dengê xwe li dewleta Tirk bikin da ku li ser rewşa Ocalan rawestin û got, “heke tiştek bi Serokê me were em ê bêdeng nemînin. Em bang li dewleta Tirk jî dikin ku di zûtirîn demê de bihêle malbat, parêzer biçin cem Rêber Apo.”

Li ser navê Komîteya Kurdistanê Jinîka Qadir axivî û got, “Jina Kurd pêwîst e ji îro û bi şûn ve li ser piyan be û heta ku ji Rêber Apo agahî neyê girtin li cihê xwe rûnene. Em dibêjin, azadiya Rêbertiya me azadiya me ye, em dibêjin, bijî Serok Apo.”

Li ser navê Meclîsa Şengalê Silo Dirboyan got, civaka Êzîdî li ku derê jî be divê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwedî derkeve û her wiha bang li dewletên cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêlin bi Ocalan re hevdîtin çêbibe. 


ANF/ERÎVAN