Axir, ev agahiyên ku xwe rehet digihînin zarokan bi Kurdî jî hene. Û jixwe diviyabû hebin jî. Lewma ji her malbata Kurd li Elmanyayê her sê mehan carekê baca televîzyon û radyoyê tê birrîn. Kurd jî li gorî hesaban di nava komên koçberan de koma duyem a herî mezin e li Elmanyayê. Yanî ev werger û bêhtir jî heqê wan e.
Heger hûn dixwazin zarokên we zanibin, ka “Çima stiriyên jûjî hene?” “Gelo dîk çawa bi zimanê Çînî bang dide?” û gelek tiştên din ên weke van, kerem kin, bi Kurdî tevî zarokên xwe li wan temaşe bikin:
https://www.wdrmaus.de/extras/maus_international/kurdisch.php5
NAVENDA NÛÇEYAN Bila Mişk zarokan fêr bike
Hûn li malê ne û ji bo zarokên xwe belkî li agahiyên ansîklopedîk ên bi Kurdî digerin. Heger wisa ye, em dikarin Bernameya Mişk a televîzyona dewletê ya Elman pêşniyaz bikin. Na, nexêr! Ne bi Elmanî, gelek vîdeoyên vê bernameyê bi Kurdî jî hene û di ser malpera wê re mirov dikare li wan temaşe bike.
Die Sendung mit der Maus (Bernameya bi Mişkî re) bernameyeke televîzyona dewletê ya Elman e û cara pêşî 7’ê Adara 1971’ê hat weşandin. Gelek caran navê dibistana miletî jî lê hatibû kirin di nava xelkê de. Di destpêkê de nexasim mamosteyan rexne lê girtibin jî, îro roj pesnê jêhatîbûna wê tê dayîn ji ber ku dikare agahiyan bide zarokên piçûk. Bernameyê heta roja îro bêhtirî 75 xelatan wergritine. Malpera bernameyê jî sala 1999’an dest bi weşanê kir û roja pêşî jê re 2 hezar û 400 e-mail hatin û 4 milyon caran jî xelk çû ser malperê.
Axir, ev agahiyên ku xwe rehet digihînin zarokan bi Kurdî jî hene. Û jixwe diviyabû hebin jî. Lewma ji her malbata Kurd li Elmanyayê her sê mehan carekê baca televîzyon û radyoyê tê birrîn. Kurd jî li gorî hesaban di nava komên koçberan de koma duyem a herî mezin e li Elmanyayê. Yanî ev werger û bêhtir jî heqê wan e.
Heger hûn dixwazin zarokên we zanibin, ka “Çima stiriyên jûjî hene?” “Gelo dîk çawa bi zimanê Çînî bang dide?” û gelek tiştên din ên weke van, kerem kin, bi Kurdî tevî zarokên xwe li wan temaşe bikin:
https://www.wdrmaus.de/extras/maus_international/kurdisch.php5
NAVENDA NÛÇEYAN