
Li gorî nûçeya Rojnewsê parlamenterên kurd ên li Parlamenta Iraqê, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku hemû parlamenterên kurd ên li Bexdayê amade bûn de, Seroka Koma YNK'ê ya li Parlamenterê Iraqê Ala Talabanî, 16 salên di ser komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan derbas bûn bibîr xist û wiha got: "Hikûmeta Tirkiyeyê di wê demê de bawer bû ku wê bi şîdetê daxwazên gelê kurd ên ji bo aştî û azadiyê têk bibe. Lê piştî demeke ew çend dirêj gelê kurd îspat kir ku bi xebata gelê kurd re Herêma Kurdistanê derketiye holê. Ev yek ji bo azadiya herêmê girîng e."
Ala Talabanî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ji Tirkiyeyê xwest li ser pêvajoyê û azadiya Ocalan bisekine û bigihîne encamekê.
Seroka koma YNK’ê li parlamentoya Îraqê Ala Talabanî di dawiya daxuyaniya xwe de got ku: “Divê agahdariya me hemûyan ji wê yekê hebe ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengên hemû hêz û aliyên din ên di şerê li hemberî DAIŞ’ê de bûn. Navçe ji metirsiyên DAIŞ’ê parastin.”
DÎHA/BEXDA