Dayika Şemsî Cerdo ji gundê Siba Şêx Xidir e, niha li kampa Newrozê ye. Dayikê anî ziman ku çarenûsa 6 kesên ji malbata wê nediyar e û wiha behsa komkujiyê kir: "Em tî û birçî, û li ber germa Tebaxê 5 rojan li çiyê man. Dema ku YPG/YPJꞌê korîdor di navbera Şengal û Rojava de vekir, ez tevî malbata xwe derbasî Rojava bûm."
Dayika Şemsî li hêviya naskirina çarenûsa endamên malbata xwe ye û dibêje: "Bila PDK û serokê wê Mesûd Barzanî yên ku Şengal firotin, bêne cezakirin."
Sîlehên Êzîdiyan ji wan standibûn
Ji Êzîdiyên li kampê Farûq Xelef jî fermanê weke komployeke PDKꞌê terîf dike û wiha behsa serpêhatiya xwe dike: "Tenê 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn. Tîrmehê, çek ji Êzîdiyan girtin. Dema me li sedema vê yekê dipirsî, digotin, em ê we ji êrîşan biparêzin. Lê em di nav pençên çeteyên DAIŞꞌê de hiştin û reviyan."
Xelef roja 3ꞌyê Tebaxê wekî “rojeke reş” di dîroka gelê Kurd de bi nav dike û bang li rêxistinên navneteweyî dike ku kesên berpirsên PDK´ê jî di navê de kesên berpirsiyar werin cezakirin.
HPG´ê canê xwe feda kir
Xelef bersiva daxwaza PDKꞌê ya derxistina HPG´ê ji Şengalê wiha dide: "PDK dixwaze HPG ji Şengalê vekişe, lê em destûr nadin vê yekê. PDKꞌê şengal firot, HPGꞌê jî ji bo rizgarkirina gelê Êzîdî canê xwe feda kir û niha li ber xwe dide da ku herêmê bi temamî ji çeteyan rizgar bike."
DÊRIK