Bila PDK nebe darê destê dewleta Tirk!
"Di wextekî de ku cîhan di nav nexweşiya vîrusa Koronayê de dinale, mixabin PDK bi hinceta tedbîren li hemberî rêya qaçax û nexweşiya Koronayê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin û bûye dardestê Tirkiyeyê."
Welatiyan li Qendîlê bi meşekê nerazîbûna xwe ya li hemberî şandina hêzan a ji bo Zînî Wertê nîşan da û got, “Anîna hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê ya piştî şerê navxweyî yek ji cihê herî aram bû, tê maneya şer û ev jî beşek ji pîlana dewleta Tirk a dagirker e.”
Aloziya ku piştî PDK'ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê dest pê kiribû, dewam dike. Xelkê Binarê Qendîlê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Qendîlê, li dijî şandina hêzê ya ji bo Zînî Wertê meşiyan. Piştî meşê girseyê li gundê Zergelê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de çalakgeran got, “Dijminên Kurdistanê timî sûd ji nakokî û dubareyên di nav Kurdan de wergirtiye. Ji bo mebest û berjewendiyên xwe eşîret, binemal û hizb bi xwe ve girê dane. Nehiştine Kurd bi azadî û serbixwe bijîn, li welatê xwe derbeder û malwêran bûne. Ev bi destê komekê pêk hatiye. Ev kom bi destê dijminan digire, xak û welat pêşkeş dike. Di wextekî de ku cîhan di nav nexweşiya vîrusa Koronayê de dinale, mixabin PDK bi hinceta tedbîren li hemberî rêya qaçax û nexweşiya Koronayê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin û bûye dardestê Tirkiyeyê. Mînaka vê rastiyê jî êriş û ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê, êrişa li dijî Şengalê, şehîd û birindarkirina gelek welatiyên sivîl, şandina sîxuran û eşkerakirina bingehên gerîlayan e.”
Çalakgeran ev weke pîlana dagirkeriya dewleta Tirk bi nav kir û bi bîr xist ku pîlaneke weke vê di 2018 û 2019’an de bûbû sedem ku li Behdînan û Biradostê bi sedan gund xera bibin, “gelek welatî şehîd bibin, birîndar û derbeder” bibin.
‘Em dagirkeriyê qebûl nakin’
Di dawiya daxuyaniyê de jî welatiyan got, “Em weke gelê Binarê Qendîlê, li dijî şerê Birakujiyê ne. Anîna hêzan ji bo Zînî Wertê ya aram, qet pêwîst nîne. Em daxwazê ji hemû hêz, aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û mafên mirovan, kesên azadîxwaz û gelê Kurdistanê dikin da ku rê nedin bipêşxistina şerê birakujiyê, nekevin nav pîlana qirêj a dewleta Tirk a dagirker a armanc dike Qendîlê dagir bike. Em bi ti awayî dagirkeriyê qebûl nakin û em ê welatê xwe biparêzin.” BINARÊ QENDÎL