Li ser komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd re 18 sal derbas bûn. Ez bi awayekî tund derdorên ku li dijî rêberê gelekî ev komplo pêk anîn şermezar dikim û bejna xwe li ber kesên di têkoşîna li dijî komployê de jiyana xwe ji dest dan, ditewînim. Ev 18 sal di bin tecrîdeke giran de derbas bûn. Dewleta ku bi vî awayî nêzî rêberê gelekî bû, divê were zanîn ku ew ê pirsgirêka Kurd çareser neke. Ji ber vê yekê lazim e, em pêşî rast nêzî Rêbertiyê bibin. Em nikarin ji dewlet û desthiladariya heyî li benda tişteke wisa bin. Heke têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi pêş keve, wê demê wê nêzîkatiya ji bo Rêberê Gelê Kurd jî biguhere.
Ji bo dewletê û ji hikumetên heyî heke bendewariyeke ku dê rast nêzî Rêbertiyê û pirsgirêka Kurd bibin, hebe; ev yek xwexapandin e. Di demên bêyî şer û pevçûnan de nêzîkatiyê wan ên nerm jî di esasê xwe de taktîka mijûlkirinê bûn. Têkoşîneke siyasî hebû. Wan ev nêzîkatî ji bo berjewendiya xwe pêş dixist. Yanî di cewherê de guherîn tune bû. Jixwe Rêberê Gelê Kurd jî ev yek anî ziman. Got; dewletê pêvajoya bêpevçûn wek pêvajoya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bi kar anî. Heta heyeta HDP’ê jî bi gotina; “ew ê careke din we neynin vir, dibe ku we bigirin jî “ hişyar kir. Tiştên ku pêk hatin hemû jî li gorî pêşbîniya Rêbertiyê bûn.
Tirkiye di armanca xwe ya qirkirina Kurdan de bi israr e. Bi tenê têkoşîn dikare pêşî li vê armancê bigire. Heke ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê di milê hev de bi hev re têbikoşin; dikarin li Tirkiyeyê guherîne zîhniyetê pêk bînin. Bêyî têkoşîn û bi tenê bi gotina wisa bikin, filan û bêvan bikin ne dewleta Tirk diguhere ne jî ev yek di warê zîhniyetan de ê pêşî li guherînê vedike. Heta ku di warê zîhniyetê de guherîn pêk neyê pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyan çareser nabe. Ji ber ku li Tirkiyeyê çaresernekirina pirsgirêka Kurd ne ji ber daxwazên gel zêde ne yan jî kêm in. Tê xwestin ku di nav demê de kok li Kurdan were qelandin. Divê ku ev rastî bêyî şim û gumanekê were dîtin û mêtigeriya tevkujer baş were naskirin.
Taybetmendiya herî grîng a Rêberê Gelê Kurd ew e ku dewleta Tirk baş nas dike. Siyasetmedareke din a ku bi qasî Rêbertiyê dewlata Tirk baş nas bike û dabihurîne tune ye. Li ser vê esasê kesên ku dixwazin dewleta Tirk nas bikin lazim e ku dahurandinên Rêbertiyê bixwînin. Heta bi tenê bi xwendinê jî nabe, divê ku dahurandin baş bên xwendin, fêmkirin pê re jî mirov pê serwext bibin. Xizmeta herî mezin a ku Rêbertiyê ji bo vî gelî kiriye; ew e ku rastiya dewleta Tirk baş dahurandiye; şêwe, rê û rêbazên serkeftina têkoşîna li dijî vê dewletê daniye holê. Kesên ku vê dewletê baş nas bikin û şêweyên têkoşîna li dijî wê baş hîn bibin jixwe tê naşin û ew ê teqez bi ser kevin. Heke terz û şêweyê vê Rêbertiyê, xeta siyasî û bîrdoziya vê Rêbertiyê di zindanê de jî bi ser ketibe, sedema vê yekê ew e ku Rêbertî dewleta Tirk baş nas dike.
Rêbertiyê zindan jî ji bo têkoşîna vî gelê bi hêz bike, bi kar aniye. Di Zindana Îmraliyê ya Yek-kesî de di hucreya yek-kesî de wek ku çawa derwêş di xilwetxaneya xwe de difikirin û diponijin wî jî wisa kiriye. Her saniyeyeke emrê xwe ji bo serkeftina têkoşîna azadiya vî gelî serifandiye. Dîroka mirovahiyê, civaka dîrokî, rastiya Rojhilata Navîn, di serî de rastiya Tirkiyeyê û rastiya welatên mêtinkar û civaka Kurd baş dahurandiye. Ne tenê bi Kurdan ji bo gelên li Rojhilata Navîn û heta hemû mirovahî ji bo azad û demokratîk bijîn xeteke siyasî û birdozî daniye holê. Rêxistin û xeta çalakiyê ya ku xeta birdozî û siyasî bibin serkeftinê jî daniye holê û bi vê yekê xizmeta herî mezin ji gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê re kiriye.
Rêberê Gelê Kurd di jiyana xwe 18 salan a zindanê de têkiliya xwe ya bi gel re bêtir xurt kir. Bandora xwe ya li ser rêxistinê zêdetir kir. Têkiliya bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyêre xurtir kir. Xwestin li hemû parçeyên Kurdistanê bandora PKK’ê lawaz bikin; lê niha ne tenê li bakurê Kurdistanê her wiha li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bandora PKK’ê zêdetir bûye. Komplogerên navneteweyî xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo bigihêjin armanca xwe lê negihiştin armanca xwe. Rêberê Gelê Kurd hêj di zindanê de ye bê guman ev ji bo gelê Kurd rewşeke giran e.
Ger bi azadiya Rêbertî komplo bi temamî têk biçe wê demê lazim e ji bo azadiya Rêbertî em saniyekî jî tekoşînê piştguh nekin. Têkoşîna azadiya Rêbertî û têkoşîna azadiya vî gelî di nav hev de ne. Azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd dê di heman pêvajoyê de pêk bên. Ji ber vê yekê lazime gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bêtir li Rêbertî xwedî derkevin. Komplo dikeve sala 19’emîn divê çalakiyên şermezarkirina komployê li hemberî hemû astengiyan geş bibin. Ger nehêlin li bakurê Kurdistanê çalakiyên navendî bên lidarxistin wê demê bila hem navçe, tax, gund veguherin qadên çalakiyan. Lazime Kurd li her derê komployê şermezar bikin û azadiya Rêbertî bixwazin.
Xwedîderketina gelekî ya ji bo azadiyê bi xwedîderketin û yekparebûna Rêbertiya xwe ve diyar dibe. Bi taybet jî ji bo gelê Kurd ku bi dagirkerî û komkujiyan re rûbirû maye xwedîderketina Rêberê Gel û rêxistinên têkoşîna azadiya gel pir girîng in. Li ser vî esasî çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî tên lidarxistin di mehên biharê de bên geşkirin, têkoşîna li hemberî dagirkerî û komkujiyê xurt bibe di sala 19’emîn a komployê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd û azadiya gelê Kurd di demeke kurt de pêk were. Beriya ku komplo bikeve sala 20’emîn ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd hemû şert û merc hatine afirandin. Ger têkoşîn bê dayîn ji bo pêkhatina van daxwaziyan şert û merc pir zêde ne.