Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan derbarê şerê li dijî çeteyên DAIŞê û rizgarkirina Şengalê de ji ajansa RojNewsê re axivî. Karayilan di vê hevpeyvîna xwe ya taybet de behsa êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê, parastina xaka başûrê Kurdistanê, yekrêziya di navbera hêzên kurdî de, nebûna hêzekî hevpar li Şengalê û heta kengê wê gêrîlla li Başûr bimînin dike, nirxandinên girîgn kirin.

Rewşa Şengalê niha çawa ye?

Di destpêkê de DAIŞ’ê xwest li Şengalê komkujiyekê çêke. Dixwest gelê me yê Êzîdî teslîm bigre. Yên teslîm nebe, di qirkirinê re derbas bike. Wisa planek li ser gelê me yê Şengalê û başûr bixin meriyetê hebû. Me ev wisa zû dît, weke HPG’ê me xwe berpirs dît û me got, alîkariya gelê xwe yê Şengalê bikin. Li gel metirsî jî hebû, lê me tabûr xistin meriyetê. Hêzên me 4’ê Tebaxê ketin tevgerê û 5’ê Tebaxê ji bo pêşiya komkujiyê bigere berê gel da Çiyayê Şengalê. Lê ev têr nedikir. Xwarin nebû. Ji sed hezarî zêdetir mirov li ser çiya kom bibûn. Ji 4-8’ê Tebaxê zehmetiyên mezin çêbûn. Piştî me dît rewş wiha çênabe, me bi alîkariya hêzên YPG û YBŞ’ê, ji aliyê Rojava de korîdorek vekir. Piştî wê jî me bi hezaran gelê Êzîdî ji Şengalê derbasî Rojava kir. Ev piştî wê jî çêbû. Lê hinek gelê me xwest li wir bimîne. Me jî xwest gelê me cihê xwe terk nekin.


Gerîla li Şengalê bi rolek çawa pêk anî?

Me li Şengalê gelek şehîd jî dan. Di serî de weke Hevalê Genco, Dilgeş, Armanc û gelek fermandar û milîtanên hêza me di şerê Şengalê de şehîd bûn, ji bo ku bi temamî Şengal nekeve destê DAIŞ’ê. Me ev weke erkekî mirovane, neteweyî û exlaqî dît. Armanca me ya di vir de parastina gelê me yê Êzîdî û piştgiriya ji bo gelê me yê Başûr bû. Lê rexmê ku me bi hestên mirovane û însanî ev erka xwe pêk anî, me dît ku gelek derdor jê aciz bûn. PKK diçe kuderê jê dernakeve, çima PKK diçe wir. Wisa kirin mijara gotûbêjê. Piştre jî DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li ser xeta Mexmûr û Kerkûkê pêş xist. Me jî got weke PKK û Hêzên Parastina Gel HPG divê em destkeftiyên Başûr biparêzin û me agahî dan PDK û YNK’ê, bi wî awayî me hêzên xwe xistin tevgerê û ji bo xeta Kerûk, Dihok û Şengalê hêzên xwe xistin tevgerê. 


Niha li Şengalê rol dikeve ser milê kê?

Me karekî mirovane kir. Di heman demê de me bang kir, me got ku niha navçeyên Şengal tên rizgarkirin. Lê divê Şengal bi tevahî bê rizgarkirin. Ji bo rizgariyê jî pêwîstî bi yekîtiyê heye. Pêwîstî bi yekbûna pêşmerge û gerîla heye. Piştre min bixwe û hevserokatiya KCK’ê bang kir ku divê hevbeşiyek bê kirin. Ji bo fermandariyekî hevbeş bê çêkirin. Divê bi hev re tevgerkirinek çêbibe. PDK’ê jî wê demê gotin em jî dixwazin hêzên xwe bişînin Şengalê. Me jî got temam û me rêveberî kir û çend pêşmerge çûn li Şengalê bi cih bûn. Çûna me ya Şengalê ji bo parastina Êzdîxana Êzîdiyan bû. Ne tenê ji bo ku PKK biçe wir dagir bike. Ger wisa ba me wê banga yekîtiyê nekiriba, me wê rê nedaba pêşmerge biçin wir. Ji ber armanca wê xizmeta gelê Kurd e. Me li ser vê bang kir û hêzekî yekgirtî ya Kurd bê çêkirin. Di armanca me de, ger PKK, PDK û YNK bibe yek wê Şengal di demek herî zû de bê rizgarkirin. Armanca me ev bû. Lê ev banga me kesê red nekir, lê kesê erênî jî bersiv neda. Ev banga me niha jî derbas dibe.


Gelo dixwazin Şengal vala bikin?

Gelê me yê li wir destpêkê pêwîsitya wan bi ewlehiyê heye. Divê ew gel li wir bimîne. Şengal neyê valakirin. Divê bi hewldanên hêzên HPG’ê li ser çiyayê Şengalê hatine çêkirin, bibe navenda rizgarkirina Şengalê. Ji bo wê jî divê mercên gel bên çêkirin. Piştre jî ji bo rizgarkirian Şengalê hêzek hevbeş bê çêkirin. Li gor ku min bîhîstiye hêzek pêşmerge li aliyekî Zumar hewldanên vekirina çûna Şengalê dane destpê kirin. Ev pir başe. Lê diviyabû hevbeş bûya. Ger ev yek bi me re hevbeş bihata kirin, me ne tenê wê korîdorek navbera Şengal û Zumar de çêkiriba. Me dikarî bakurê Şengal hemûyê rizgar bikin. Planekî hîn mezintir çêkiriye. Ji bo rizgarkirina Şengalê û alîkarî gihandina wir. Divê hêzên HPG’ê yên li wir jî bên tevlîkirin. Ji ber li wir hêzên me yên HPG’ê hêzekî pirofesonele. Li Rojavayê Kurdistanê hêzên YPG’ê hene. Diviya bû navbera gerîla, peşêmerge û YPG’ê de îtifaqek bê çêkirin û di demek kurt de Şengal bi tevahî bê rizgarkirin û hemû pêdiviyên gelê li wir bicih bîne.

Çima hêzekî hevbeş çênabe?

Hêzên me yên li Mexmûrê hinek yên herêmê ne. Ne di asta jor de ye. Lê yên li Kerkûk hem di asta jor de û hem jî di asta herêmî de hene. Lê li Şengalê hemû hêzên me hene. Pêşmerge jî hene. Lê hevbeşiyek nîne. Ji ber şaş famkirinek heye. Hinek destpêkê derheqê hewldanên me yên ji bo Şenglaê, ji bo tevahî başûrê Kurdistanê, diviya ba hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasî kiriba. Ji ber ev ximetekî biratî û neteweyî bû. Lê piştre weke çima hatine, çima li virin wisa nêz bûn. Lê me jî wate nada vê. Lê dîsan ger mirov destê xwe dane ser wijdana xwe wisa biaxive. Ger bi rastî di 3’ê tebaxê de em neçûbana Şengalê, wê niha ti kes li wir bimaya? Wê niha gelê li ser çiyayê Şengalê bikariban bimane. Beriya niha çend caran DAIŞ’ê xwet bikeve hemû navçeyên Şengalê. Lê HPG’ê rê neda. Lê ger niha zemînek pêşmerge bikevin Şengalê, dibêjin em biçin Şengalê, ev bi saya kê çêbû. Ger gerîla neba wê komkujiyên bi sedan hezarî kes hatiban qirkirin. Lê heya niha yên Şengalê diparêzin jî HPG ye. Em hêvî dikin ev derbas bibin. Ne tenê korîdora Şengal bi giştî bê parastin.


Li Şengalê divê niha çi bê kirin?

Em dibêjin pêwîste siyaseta kurd a li ser Şengalê hemû bibin yek. PKK, PDK, PYD, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û hemû hêzên başûr ên ku hêza xwe hene, divê li Şengalê siyasetekî hevbeş bimeşînin. Ji bo ku gelê Kurd ê Êzîdî li Şengalê xwe bi xwe rêvebibe. Divê hêza wan, rêveberiya wan mirov çêbike. Divê bi siyasetekî taybet mirov Şengal pêş bixwe. Ger wisa nebe, kurdên Êzîdî baweriya wan namîne, cardin vegerin Şengalê. Ji bo baweriya wan çêbibe û cardin vegerin Şengalê, divê ew bixwe bibin hêz. Divê kurdên Êzîdî li Şengalê hêza wan ya parastinê û rêveberiya wan hebe û têkiliya xwe bi hêzên Kurdistanê ve hebe. Divê li Şengalê sîstemekî hevbeş bê çêkirin. Divê gelê Êzdî bi xwe li wir bibe îrade. Li wir bi xwe meclisa xwe hebe û armanca me jî gelê Kurd ên Êzidî li wir îradeya wan hebe. Ji ber kurdên êzidî kurdên herî kevin, herî zêde xwe parastine. Ji bo wê jî em dbêjin mirov bi teybet nêz bibin û şengalê sîstemekê lê pêş bixwe.



ŞOREŞ MİSTEFA/BEHDÎNAN