ARÎN DENÎZ / ANHA / MINBIC
Turkmenên Minbicê dibêjin, ew beşek ji tevna civaka Sûriyê ne û gefên êrişkirinê yên Tirkiyeyê li ser axa Sûriyê şermezar dikin. Ew dibêjin, ew qebûl nakin ku dewleta Tirk bi navê wan biaxive û dagirkeriya xwe rewa bike.
Turkmenên Minbicê têkildarî îdîayên Tirkiyeyê ku dibêje, Turkmenên Minbicê destekê didin Tirkiyeyê û ew e wan qaşo ji QSD`ê û YPG`ê rizgar bike, diyar dikin ku ew îdiayên Tirkiyeyê û gefên wê red kirin.
Jina Turkmen, Kefaa Ehmed a li Minbicê teqez dike ku ew bi ti awayî dagirkeriyê qebûl nakin û destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bi saya fedekariya şehîdan di nav ewlehî û aramiyê de ne. Kefaa Ehmed dibêje, Turkmenên herêmê gefên Tirkiyê şermezar dikin û napejirînin ku Tirkiyê bi navê wan biaxive da ku dagirkirina herêmê rewa bike.
Umer Weys ê Turkmen ê 40 salî jî li ser meseleyê dibêje, “Em naxwazin Trikiye welatê me dagir bike. Em jiyana li bin siya çeteyan qebûl nakin ji ber ku em rewşa şêniyên herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de dibînin.”