Di rewşeke wiha de ji dilê mirov nayê mirov zêde tiştan binivîse, der barê rewşa siyasî û civakî de hinek analîzan bike, lewre her tişt li ber çavan e. Her wekî pêşiyên me gotî, diz û xwediyê malê ji mêj ve bi hev hesiyane. Lewre jî em ê ji kê re çi bibêjin, yê ku dizane dizane, yê ku nizane dibêje, qey baqê nîskan e. Çalakiya girtiyên azadiyê cîhanê dihejîne, lê rayedarên AKP’ê xwe li kerîtiyê datînin (hûn dikarin /k/yê bi her du awayan jî bixwînin).  Li hemberî bexwedana girtiyan, hemû gotin bêwate dimînin.  Gelê Kurd li her cihî li ser piyan e, lê rayedarên dewleta Alî Osman jî bi zilm û zordestiya xwe li her cihî li ser piyan e. Min divê vê hefteyê jî helbesta ku  Anne Waldman diyarî girtiyên azadiyê kiriye, pêşkêşî we bikim. Nûçeya vê helbestê pêşî li ser malpera ANF hate belavkirin, piştre li ser facebookê jî belav bû.  Lê helbest bi tirkî bû.  Ji mêj ve min dixwest vê helbestê wergerînim Kurdî, lê min xwe nedigihand helbesta resen, li ser malpera ANF, beşa îngilizî min xwe gihand helbesta bi îngilizî û ew li Kurdî wergerand.  Bila peyam helbestkara amerîkî bi zimanê dayikê bigihêje girtiyên azadiyê. Bi hêviya ku  rojekê berî roja din daxwazên girtiyan werin pejirandin û deriyê aştî û çareseriyê vebe.
Zimanê Dayikê
Ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ku  di greva birçibûnê de ne,  sermawez 2012
Dema ku zimanê we yê dayikê ji devê mirov dikêşin
Dilê mirov jî ji cihê wî hildikêşin
Ji ber mirov bi wî zimanî ji dil dipeyive
Li dijî çewisandinê
Li dijî zordestiyê
Li dijî propagandayê
Li dijî mirinê
Li dijî xemgîniyê
Dema ku zimanê dayikê ji devê mirov dikêşin
Mirov dibe wekî zaroka di tarîtiyê de berzebûyî
Dibe ku zarok her tim bi zimanê destpêkê dipeyive û ji dengên wî yên qedîm fêm dike
Ji hêza wî,  nexweşiya wî, qerfên wî, bîrbiriya wî û dîroka wî ya ronak
A ku di nav de mezin bûye
Bila zarok li penaberiyeke domdar  nemîne
Divê bindest bi zimanê giyanê  xwe werin parastin
Divê hurmetdar bin li hemberî hemû zimanan û serokên ku têdikoşin
Ew ên ku tu caran dev ji axaftina bi zimanê ku çiyan radihejîne
Ew ê  giyanê dihejîne
Ewa  evîn û xweşikiya gelekî nîşan dide û hêza kelepora wî 
Ew mafê suriştî ku dev jê nayê berdan, ê ku mirov pê ji dayika xwe bûye,
Helbestek, gerdûnek ku bi şîrê dayikê pêk hatiye