Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li taxa Xerbî ya Qamişloyê, piştî êrîşa hovana a DAIŞ´ê a beriya bi sê rojan, dewam dikin. Ekîbên lêgerîn-rizgarkirinê 2 cenazeyên din ji bin xirbeyan derxistin. Tevî van, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî doh gihişt 52 kesan.

Li taxa Xerbî ya Qamişlo di 27’ê Tîrmehê de êrişeke bi kamyona bombarkirî pêk hatibû. Ekîbên rizgarkirinê, şaredarî û gel bi hevre li aliyekî di nava xirabeyan de lêgerînê dikin, li aliyekî jî ji bo birîndaran seferber bûne.

Me hejmara qurbaniyan doh wekî 49 ragihandibû. Piştî nûçeya me hat weşandin, cenazeyeke ji bin xirbeyan hatibû derxistin û îro jî du cenazeyên din ji bin xirbeyan hatin derxistin û hejmara şehîdan bû 52 kes.

Ekîbên rizgarkirinê diyar kirin ku di bin xirabeyan de hin kes mane û xebatên ji bo rizgarkirinê didomin. 

Nasnameya gelek welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî, diyar bû. Der barê aqûbeta 9 kesan de jî heta niha agahî nînin.

Li gorî lîsteya hatiye diyarkirin ji kesên jiyana xwe ji dest dane 46 sivîl in, 3 endamên asayîşê ne, û yek endamê TEV-DEM’ê ye. Ji van 16 jin in. Heta niha  nasnameya cenazeyên 6 kesan nehatiye tesbîtkirin.

Ji bilî kesên ku jiyana xwe ji dest dayî, 9 kesên ku malbatên wan navên wan dane rayedaran, lê der barê wan de agahî nehatiye girtin jî hene. Nayê zanîn ka her du cenazeyên îro hatin derxistin, ên hinan ji van 9 kesan in yan na.


QAMIŞLO