Rêveberên Asayîşa Girştî ya Rojavayê Kurdistanê Ciwan Îbrahîm û Sedîq Hiso, li Navenda Giştî ya Asayîşê ya li bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê lidar xist û bîlançoya bûyerên sala 2013 eşkere kirin.


56 êrîşên bombeyî

Di civîna ku gelek rojnemevanan şopand de Rêveberiyê Asayîşê Ciwan Îbrahîm bilonço da û diyar kir ku di sala 2013'an de li seranserê Rojava 18 êrîşên întîharî pêk hatine û got: "Jivana 3 li Qamişlo, yek li Efrîn, 2 li Çilaxa, 4 li Tirbespiyê, 4 li Girkê Legê, yek li Kobanê, yek li Til Temir, yek Serêkaniyê û yek jî li Amûdê pêk hatiye." Ciwan Îbrahîm, da zanîn ku li seranserî Rojava 38 teqînên bobeyî pêk hatine û got, ji vana 7 li Qamişlo, 9 li Hesekê, yek li Kobanê, 4 li Efrîn, 4 li Amûdê, yek li Çilaxa, 7 li Tirbespiyê, yek li Girkê Legê û 4 li Til Temir çêbûne.


57 bombe bêtesîr kirin
Îbrahîm diyar kir ku hêzên wan 57 bombeyên ji aliyê çeteyan ve hatibûn danîn jî bêbandor kirine û ev agahî dan: “Ji vana 3 li Qamişlo, 6 li Hesekê, 2 li Kobanê, 2 li Efrînê, 4 li Amûdê, 7 li Rimêlan, 7 li Çilaxa, 7 li Tirbespiyê, 3 li Girkê Legê, 3 li Til Temir û 13 li Til Koçer hatine bêbandorkirin.

Wendahiyên asayîşê 49

Ciwan Îbrahîm got ku di tevahiya sala 2013’yan de 49 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dane û wiha dom kir: “Li Qamişlo 6, li Heserê 3, li Kobanê 9, li Efrînê 4, li Dêrikê 4, li Serêkaniyê 6, li Amûdê 8, li Çilaxa 4, li Tirbespiyê 3, li Dirbêsiyê yek, li Til Temir yek hevalê me şehîd ket.” Îbrahîn, anî ziman ku 57 edamên Asayîşê jî birîndar bûne.

Hezar û 533 girtin

Têkildarî kesên ku di nava salê de bi tawanbariya “terorê” hatine girtin jî Îbrahim destnîşan kir ku hezar û 533 kes hatine girtin û wiha dom kir: “Li Hesekê 3, li Kobanê 90, li Efrînê 6, li Dêrikê 244, li Serêkaniyê 621, li Amûdê 8, li Rimêlan 120, li Çilaxa 55, li Tirbespiyê 9, li Dirbêsiyê 22, li Girkê Legê 277, li Til Temir 2, li Til Koçer 77 kes hatin girtin.”

3582 kujer
Îbrahîm diyar kir ku 3 hezar û 582 kes jî bi tawanbariya cinayetan hatine girtin û got, ji vana 346 li Qamişlo, 93 li Hesekê, hezar û 282 li Kobanê, 660 li Efrînê, 31 li Dêrikê, 139 li Serêkaniyê, 389 li Amûdê, 127 li Rimêlan, 67 li Çilaxa, 93 li Tirbesipiyê, 13 li Dirbêsiyê, 240 li Girkê Legê, 49 li Til Temir û 53 li Til Koçer hatine girtin. Di girtîgehên asayîşê de tu kesên ji ber siyasetê têne girtîn nîn in û kesên niha girtî ne jî têkiliya wan bi “terorê” re heye ne.

98 operasyonên heşîşê

Rêveberê Asayîşê Ciwan Îbrahîn, da zanîn ku wan li dijî madeyên hişbir jî têkoşînek mezin daye û got, li Hesekê 3, li Kobanê 45, li Dêrikê 2, li Serêkaniyê 6, li Amûdê 12, li Tirbespiyê yek, li Dirbêsiyê 4, li Girkê Legê 3 û li Til Temir 22 bi giştî 98 operasyonên li dijî heşîşê hatine lidarxistin. Di van operasyonan de zêdetirî 26 ton heşîş hatiye hilanîn, hejmarek zêde hebên hişbirînê, heşîşa ziwakirî û eroîn hatine desteserkirin.

Çekên ferdî

Rêveberê Asayîşa Giştî Sedîq Hiso jî, di civînê de axivî û got ku di demên dawî de kesên çekan li gel xwe digerînin zêde bûne û ev jî bûye sedema aloziyê. Hiso, diyar kir ku li ser vê yekê Asayîşê qanûna qeytkirina çekan derxistiye. Hiso, anî ziman ku kesek nikare ji 2 çekan zêdetir li ba xwe bigire û qeyd bike. Hiso, da zanîn ku qeydkirina çekan wê di 1 çileya 2014’an de dîsa destpê bike û heta mehekê dom bike.

ANHA/QAMIŞLO