
Hêzên YPG, pêşmerge û Burkan El-Firat bi daxuyaniyek hevpar bîlançoya şer û pevçûnên 4 mehan ên Kobanê aşkera kir. Daxuyaniya hevpar doh bi amadebûna nûnerên YPG, pêşmerge û Burkan El-Firat pêk hat. Di daxuyaniyê de Fermandarê YPG’ê yê Herêma Kobanê Mehmud Berxwedan, Berdevkê Fermî yê hêzên Pêşmergeyan ên li Kobanê Kawa Mîray, Fermandarê Tabûra Suwar El-Reqa Ebû Îsa, fermandarên tabûrên Şems El-Şemal ên girêdayî Tugaya Fecir El-Huriye û Eniya El-Ekran ên dibin sîwaneya Burkan El-Firat de amade bûn.
Operasyon wê bidomin
Di daxuyaniya ku ji aliyê gelek endamên çapemeniya herêmî û navnetewî ve hate şopandin de, Mehmut Berxwedan axivî û spasiya hemû hêzên ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê piştgirî dane kir. Berxwedan destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê hatiye nîşandan berxwedaneke mirovî û cîhanî ye, her wiha parastina mirovahî û civaka azad kiriye. Berxwedan destnîşan kir ku para hemû kesên ku tevlî berxwedanê bûne di serkeftina Kobanê de heye. Berxwedan got ku heta herêmên Kantona Kobanê bi giştî têne paqijkirin ew ê operasyonên xwe bidomînin.
Mehmut Berxwedan anî ziman ku armanca wan a vê civînê aşkerakirina bîlançoya şerê 4 mehan e. Berxwedan got ku ev serkeftin bi saya cangoriyên azadiyê yên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hatiye bidestxistin û diyar kir ku ew bejna xwe li ber hemû cangoriyan ditewînin û riya wan bidomînin.
Mîray: Diyarî ji bo gelê Kurd e
Piştre Berdevkê Hêzên Pêşmergeyan ên li Kobanê Kawa Mîray axivî û anî ziman ku piştî hikûmeta başûrê Kurdistanê biryara tevlîbûna Pêşmergeyan a Kobanê da, ew jî tevlî berxwedana Kobanê bûne û bi saya yekîtiya hatiye nîşandan Kobanê hatiye paqijkirin. Mîray got ku ew vê serkeftinê bi navê pêşmergeyan diyarî hikûmeta Başûr, gelê Kurd û Kobanê dikin.
Li ser navê Burkan El-Firat jî Fermandarê Tabûra Suwar El-Reqa Ebû Îsa axivî û serkeftin li hemû gelên herêmê pîroz kir û got ku ev serkeftin bi saya yekîtiya Kurd û ereban û yekîtiya gelan pêk hatiye. Ebû Îsa anî ziman ku rizgarkirina Kobanê destpêka rizgarkirina hemû herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê ye û got; “Em soz didin xuda û hemû kesan ku emê parastin û piştgiriya mezluman bikin. Em bang li welatiyan dikin ku guh nedin DAIŞ’ê, ji ber ku ew hov e û tenê ji bo kuştinê hatiye avakirin. Serkeftin nêzîk e. Em soz didin gelê Kurdistan û Sûriyeyê ku em ê wan biparêzin.”
Piştre Berdevkê Fermî yê YPG’ê Şoreş Hesen bîlançoya 4 mehan aşkera kir. Piştî aşkerakirina bilançoyê daxuyanî bidawî bû. n DÎHA/KOBANÊ
Bîlançoya 4 mehan
Hejmara çalakiyan: 220
Hejmara çalakiyên encamên wan nediyar: 98
Êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî: 37
Êrîşên xwekujiyê: 19
Hejmara kuştiyên DAIŞ’ê: 3710
Cenazeyên DAIŞ’ê yên ketine destê YPG’ê: 316
Wesayîtên ku YPG’ê rûxandine: 87
Tangên hatine rûxandin: 16
Doçkayên hatine rûxandin: 8
Tirimpêlên Hammer ên hatine rûxandin: 5
Panzerên hatine rûxandin: 2
Çekên giran ên hatine desteserkirin
Topavêjên 57: 1
Doçkaya 23: 1
Doçkaya 14.5: 2
Doçkaya 12.5: 2
Hawanên cur bi cur: 9
Aspicina: 1
Katyuşa: 2
Wesayîta Hammer: 1
Panzer: 1
Wesayîtên leşkerî: 3
Çekên sivik ên hatine desteserkirin
Kelaşnîkof: 496 û bi deh hezaran guleyên wan
Jarjorên Kelaşnîkofan: 587
BKC: 69 û bi deh hezaran guleyên
RPG: 76
M16: 6
Çeka suîqestê: 6
AKC: 2
Çeka Burunu: 14
Hawan: 10
Rext: 161
Durbîna rojê: 32
Durbîna şevê: 13
Demance: 18
Bêtêl: 40
Bombeyên destan: 602
Bombeyên bi destan
hatine çêkirin: 101
Rextê teqemeniyê: 18
Maskeyên gazê: 6
Mertal: 11
Funyeyên ceryanê: 115
Amûrên din
Wênekêş: 2
Telefona destan: 3
Laptop: 1
Madeyên xwarinê: 3 ton
Şervanên şehîd ketine
Şehîdên YPG’ê: 408
Şehîdên Siwar El-Reqa: 13
Şehîdên Pêşmergeyan: 1
Şehîdên şoreşgerên Tirk: 2
Şehîdên Şems El-Şemal: 2.