Di 27’ê Gulana 2019’an de dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê li dijî herêma Xakurk û Biradostê dest bi êrişan kir. Artêşa dewleta Tirk ne tenê bi top û balafiran êrişî herêmê dike, bi çekên doçka jî rasterast gule li xelkê herêmê dibarîne. Kamerayan li kolanan danîne, welatî nikarin bi şev ji malên xwe derkevin û sewalên xwe biçêrînin.
Di nava du mehan de dewleta Tirk 50 caran bi top û balafiran êrişî ser 44 deverên Başûrê Kurdistanê kir. Di encama van êrişan de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk di nava salekê de 16 gund û deverên herêma Biradostê dagir kiriye.
Ciwanê Êzîdî hate qetilkirin
4’ê Hezîranê roja yekem a cejna Remezanê ciwanê Êzidî yê bi navê Emîn Salih yê niştecihê kampa Çem Mişko ya li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê di encama gulebarana leşkerên Tirk de hate qetilkirin.
Sê pêşmerge birîndar bûn
5’ê Hezîranê balafirên dewleta dagirker gundên Mêrgereş yê Biradostê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agir bi dar û pûş ket. Ji bo vemirandina agir, sê pêşmergeyên PDK’ê dema xwestin agir vemirînin, bûn hedefa bombebarana balafirên şer. Her sê pêşmerge birîndarbûn. Yek ji pêşmergeyan lingekî xwe ji dest da. Ji wan du pêşmerge bira û yê din jî pismamê wan bû.
Zextên li ser welatiyan
Dewleta Tirk bi rêya PDK’ê li gel serekeşîr û xelkê herêmê dest bi civînan kir. Xwest bi pere û zextan bi welatiyên herêmê sîxûrtiyê bide kirin û di bin navê derketina pincar de cihên gerîla ji wan re eşkere bikin.
Sivîl xistin hedef
26’ê Hezîranê li devera Goşîne ya Biradostê balafirên şer ên artêşa Tirk wesayîtek ya sivîlan xistin hedef. Di encama êrişê de sivîlê bi navê Mensur jiyana xwe ji destda û sê kesên ji malbatekê jî birîndarbûn. Roja piştî wê li ser rêya Kortekê ya Binarê Qendîlê balafirên şer ên dewleta Tirk du wesayîtên sivîlan xistin hedef. Di encama êrişê de sê welatî şehîd bûn û pênc welatî jî birîndarbûn. Kesên bûne qurbanî jî hemû ji heman malbatê bûn. Şeva 19’ê Tîrmehê jî balafirên şer ên Tirk di derengiya şevê de derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê bombebaran kirin û di encama vê êrîşê de du welatiyên sivîl birîndar bûn.
Piştî vê komkujiyê artêşa Tirk bi helîkopteran hêzek zêde şand baregeha leşkeri ya li komelgeha Sîrê ya Şêladizê. Roja 28’ê Hezîranê jî dewleta Tirk gelek wesayîtên barhilgir yên leşkeri ku têde gelek çekên giran hebûn, tevî jimarek zêde ya leşkeran veguhest baregeha leşkeri ya Bêgova ya ser bi navçeya Zaxo. Di nava salekê de dewleta Tirk van deverên Biradostê dagirkiriye; Lêlîkan, Çiyadêl, Navmêrgan, Xelkere, Bilasnên, Xelîfan, Gelî Reş, Araqa, Beznê, Çinarû, Çiyayê Ketîn, Reşmalê, Şapan, Kanî Reş, Qungre û Susnê.
ŞINA FAYEQ / ROJNEWS/QENDÎL