
Sekreterê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer hêjmara wendahî û birîndarên pêşmergeyan ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir. Yawer di civîna çapemeniyê de derbarê hêjmara wendahî û birîndarên pêşmergeyan de wiha got: “Ji 10’ê Hezîrana 2014’an heta 3’ê Sibata 2015’an 999 pêşmerge şehîd bûne. 4596 pêşmerge jî birîndar bûne.”
Sekreterê wezareta pêşmergeyan Cebar Yawer derbarê belavkirina wêneyên şer û dîlan de jî wiha got: “Mamelekirina xirab a ligel dîl û laşê kuştiyên DAIŞ’ê jî hatiye qedexekirin. Hêzên pêşmergeyan girêdayî hemû pîvan û yasayên şer û mafê mirovin.”
Cebar Yawer derbarê pêşmergeyên dîl hatine girtin de jî wiha got: “Emê pêşmergeyên ku wêneyên wan hatine belavkirin ku qaşo di destê DAIŞ’ê de ne lêkolîn bikin. Lê heta niha em negihiştine encamekî temam ev raste yan na.”
Sekreterê wezareta pêşmergeyan wiha got: “Şehîd û birîndarbûna di şerekî wiha de normale, ji ber ku hêzên pêşmerge rû bi rûyê dewletekî terorîstî dibe ku bi deh hezaran çekdarên wê û cebilxaneya wê heye. Giraniya vî şerî hemû li ser milê Herêma Kurdistanê ye.”
Alîkiray hêzê hevpeyman divê bidome
Yawer spasiya hêzên hevpeymanan jî kir û wiha got: “Em li benda alîkarî û hemahengiyekî zêdetir a ji welatên hevpeyman in.” Cebar Yawer bal kişand ser hevgirtina hêzên pêşmergeyan jî û wiha got: “Me bi fermî bersiva parlamentoya Kurdistanê daye. Em hevgirtina pêşmergeyan pêwîst dibînin û divê were cîbicîkirin. Ev erkê li ser milê Wezareta Pêşmergeyan e. Lê ji ber krîza darayî û şerê ligel çeteyên DAIŞ’ê, heta niha ew qonax bi başî derbas nebûye; lê wê were cîbicîkirin.”
Koma 3. hêna li Kobanê ye
Sekreterê Wezareta Hêşmergeyan Cebar Yawer derbarê pêşmergeyên li Kobanê de jî wiha got: “Koma sêyemîn a pêşmergeyan li Kobanê ye. Li gor zanyariyên wezareta pêşmergeyan, niha DAIŞ 25 kîlometreyan ji Kobanê hatiye dûrxistin. Pêşmerge bi biryara parlamentoyê çûne. Ger pêwîstiya şervanan bi pêşmergeyan nema, wê demê pêşmerge wê vegerin û em li benda gotinên şervanan in.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di hevpeyvînek li gel rojnameya Heyat a Londonî re diyar kiribû di şerê ligel DAIŞ’ê de 800 pêşmerge şehîd bûne.
HANA AZAD/HEWLÊR