Nêzî 2 hefteyan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê şiliyê gelekî zêde tesîr kir. Ji ber baranê li gelek bajar, navçe û gundan lêhî rabû. Li gorî rêveberên hikumetê, heya niha 57 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji bilî wê, ziyaneke mezin a madî jî çêbûye.
Berdevkê tîmên lezgîn ên hewarê, Mucteba Xalidî ji ragihandina Îranê re axivî û got; “Di encama lehiyê de, li Şîraz 22 û bajarê Gulistanê jî 35 kes, bi giştî 57 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herwiha 478 kes jî birîndar bûne.”
Pêr berdevka maseya krîzê a Îranê, Bênhnam Seîdî ji televziyoneke Îranê re peyivî û got; “Lehiyê li 23 parêzgehan daye. Herwiha li parêzgehên Îlam, Loristan, Çwarmehal, Bextiyarî, Kuhkkiluye, Buyr Ehmed, Xuzistan rewşa awarte hatiye îlankirin. Bi giştî lehiyê li 400 bajar û gundan daye û ziyaneke mezin çêbûye. 78 rêyên dinavbera bajaran de, 2 hezar û 199 rêyên di navbera gundan û 84 pir xira bûne. Ji bilî wê li 15 parêzgehan 141 robar û çem bilind bûn û 400 cihên zeviyan jî dibin avê de man.”
Rêyên bajar û gundan xira bûne
Wezîrê Rêyan, Mihemed Îslamî jî got, di 50 salên bihurî de herî zêde îsal baran bariye û got; “Nêzîkî 12 hezar kîlometre rêyên bajar, gund û sereke xira bûne.”
Li gorî dîmenên di torên civakî de belav bûne, hejmara kesên di encama lehiyê de mirine ji rêjeya tê gotin zêdetir e. Herî zêde niha metirsiya lehiyê li ser parêzgeha Xuzistan a li Başûrê Rojavayê Îranê heye.
NAVENDA NÛÇEYAN