Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana roja 13`emîn a li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina QSD`ê de tê gotin, Artêşa Tirk a dagirker rêkeftina agirbestê ya 21`ê Cotmehê destpêkirî careke din bin pê kir û li gelek herêman bi balafirên bê mirov êrîş bir ser çeperên şervanên QSDê.
Li Serêkaniyê, Artêşa dagirker li gundên Ebû Rasen, Morêks, Mişrefa û Menacir gelek caran hewl da ku êriş bike, lê şervanên QSDê berisv dan. Çeteyên li nêzî Til Temir êriş bikin, şervanan bersivan wan da.
Li Amûdê çeteyan xwestin qadên nû dagir bikin, lê şervanan bersiva wan da. Di vê bersivdanê de bi kêmanî 15 çete hatin kuştin û panzerek hat rûxandin. Artêşa dagirker li ser rêka Til Temir bi balafirên bê mirov êriş kir. Di encama êrişê de şervanek şehîd bû û 3 şervan birîndar bûn. Dîsa artêşa dagirker li rojavayê bajarê Dirbêsiyê bi balafirên bê mirov êriş kir û şervanek şehîd bû.
Li Eyn Îsayê jî komên çete xwestin bi alîkariya seyareyên zirxî û çekên giran êriş bibin ser gundên Mişrafa û Berberiyê. Hêzên QSDê bersiva van êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Li heman herêmê di encama êrişên hewayî de 2 şervan şehîd bûn.
Di encama êrişan û berxwedanê de bi kêmanî 15 çete hatin kuştin, 2 panzer hatin rûxandin. 7 şervanên QSDê şehîd bûn û 10 şervan jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN