Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran bilaçoya şerê li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şamê li herêma Şehba bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, gundên Kiştar, Tinib, Malkiyê, Mereenaz, Minix û balefirgeha leşkerî ya Minixê, gundên Kefer Nasih, Kefer Naya, Eyn Deqnê, Erfêd (Til Rifeet), Aşê El-Feysel û Dêr Cemalê ji çeteyan û komên girêdayî wan hatin rizgarkirin û 216 çete hatin kuştin.
Derbarê operasyonê de Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran daxuyaniyek da û da zanîn ku komên çete bi serkêşiya Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li herêma Ezazê ji destpêka salê ve gelek êrîş birine ser navendên hêzên wan li gundên Kiştar, Tinib û Malkiyê û di encamê de di navbera hêzên wan û komên çete de şer rû daye.
Daxuyaniyê weha dewam kir: "Ji bo rêgirtina li pêşiya êrîşên komên çete û peydakirina aramiyê ji welatiyên herêmê re, bi navbênkariya aliyekî sêyemîn ji bo agirbestê 3 caran lihevkirin pêk hat. Li gorî mercên lihevkirinê divê komên çete deverên dagirkirine vala bikin û radestî hêzên Artêşa Şoreşgeran bikin."
Fermandariya Giştî ya Artêşê Şoreşgeran îşaret pê kir ku cihê heyfê ye, komên çete ev lihevkirin û agirbesta pê re elaqedar timî binpê kirine, berê êrîşên xwe dane nava Efrînê û ev êrîş zêde kirine. Fermandariyê behsa êrîşên bi ser Helebê de jî kir û weha dewam kir: "Her wiha çeperên hêzên me yên li hemberî rêjîma Sûriyeyê li taxên Bustan Paşa û Hulok ên bajarê Helebê, ji aliyê van koman ve hedef hatin girtin.
Ji bo parastina welatiyan
Me wekî Artêşa Şoreşgeran ji bo parastina welatiyan û şervanên xwe hemleya rizgarkirina herêmê ji çeteyan îlan kir. Di hemleyê de gundên Kiştar, Tinib, Malkiyê, Mereenaz, Minix û balefirgeha leşkerî ya Minixê, Kefer Nasih, Kefer Naya, Eyn Deqnê, Erfêd (Til Rifeet), Aşê El-Feysel û Dêr Cemalê ji çeteyan û komên girêdayî wan hatin rizgarkirin."
Artêşa Şoreşgeran da zanîn ku piştî ku agirbesta li Sûriyeyê ji aliyê Rûsya û Emrîka ve di 27’ê Sibatê de hat ragihandin, wan jî weke Artêşa Şoreşgeran ji aliyê xwe ve diyar kiriye ku ew ê li hemberî vê agirbestê rêzdar bin û tenê mafê xwe yê bersivdayînê bikar bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de miqdara çek û cebilxaneya ji çeteyên herêma Şehba (gundewarê bakurê Helebê) hatine destserkirin û hejmara kuştiyên çeteyan wiha hat rêzkirin:
“BKC (3), Doçka 12.5 (1), Doçka 14.5 (1), topavêja RBG (1), berno (15), Çîfte (66), Kalşnîkov (36), çeka sekvan (3), damançe (19), çeka love (1), hawanavêj 120 (2), hawanavêj 82 (2), guleyên doçka 14.5 (49 qutî +100 gule), guleyên doçka 12.5 (60 qutî), guleyên M16 (2 qutî), guleyên BKC (3000), guleyên kilaşnîkov (4000), guleyên çîfte (1000), hawan 120 (70), hawan 82(100), bombeyên destan (30), bombeyên fetîl (120), dûrbîn (100), jarjorên kilaşnîkov (175), jarjorên ozî (23) û rûkêtên BMB (3). Her wiha di şer û pevçûnan de 216 çete hatin kuştin û cenazeyên 29 çeteyan ketine destên hêzên me.”
NAVENDA NÛÇEYAN