Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bîlançoya pêngava azadkirina Şengalê aşkera kir. Di daxuyaniyê de di nava gelek sîleh û belgeyên bi destxistî de 2 kompîter û hin belge hene ku têkiliyên DAIŞ´ê û AKP´ê piştrast dikin.

Di bîlançoyê de agahiyên di navbera 3’ê Tebaxê 2014 û 13’ê Mijdarê 2015’an de jî bi raya giştî re hatin parvekirin. Li gorî bîlançoyê, 2680 çete hatin kuştin, 823 çete birîndar bûn, 242 wesayît hatin rûxandin, 253 wesayît hatin derbkirin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, û pê bîlançoya bi 8’ê Cotmehê pêngava azadkirina Geliyê Şîlo ve destpê kirî, aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hem li operasyona navenda bajar hem jî ya li xeta Şîlo ji HPG, YJA Star, YBŞ, YPJ Şengal, MLKP û şervanên dildar, bi hêzeke ji 2500 şervanî tevlî operasyonê bû. Ji derveyî van hêzan, em spasiya hêzên pêşmerge, Êzidxan û koalîsyonê jî dikin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê detayên operasyona rojavayê Şengalê piştre bi raya giştî re parve bikin. Sîleh, cebilxane û belgeyên operasyona 3 rojan a navenda bajêr de hatî bidestxistinjî weha hatin parvekirin:

2 Hammer, Tevî wesayîtê doçkayek 14,5, Tevî wesayîtê doçkayek du lûle ya 14,5 û 40 qûtî guleyên wê, Tevî wesayîta wê topek 57, Doçkayek 12,5 û 5 qûtî guleyên wê, 12 çekên BKC û 30 çente guleyên wê, 12 lûleyên çeka BKC û 50 qûtî xelekên BKC, 4 çekên B-7 û 100 roketên wê, 100 hv, 10 çekên pompeyî, Hawanek 120 û 10 roketên wê, 6 hawanên 60 û 50 roketên wê, 3 hawanên 82 û 30 roketên wê, 3 çekên M-16 û 26 qûtî guleyên wê, 3 tebenca, 60 çekên keleşnîkof, 100 şarjor û 200 rextên wê, 2 wesayîtên ford ên leşkerî, Qemyonek, 13 guleyên hawanê yên 140, 1000 mayîn, 7 qaîdeyên doçkaya 12,5, 3 qaîdeyên doçkaya 14,5, 15 qaîdeyên A-4, 20 cîhazên leşkerî, 50 narîncokên bi dest hatine çêkirin, 4 cîhazên biçûk, 10 êlekên xwekujiyê, gelek teqemenî (A-4, C-4), gelek telefon, 20 dûrbînên bi roj, 10 dûrbînên B-7, 5 dûrbînên karnas, , 500 funyeyên hawanê, 10 hiltî, 2 kompîter û hin belgeyên aîdî hikûmeta AKP’ê, 20 cenazeyên çeteyan, 3 esîr  Ezîze Mihemmed Hecî Cîhedî ya ji Helebê, Mihemmed Ehmed Muhammed ê ji Siûdî û Muhammed Suleyman ê ji Helebê), 2 keç hatin rizgarkirin (Sahîr Sileyman a17 salî û Suzan Xidir a 15 salî, herdu jî ji gundê Sibe Şêx Xidir in).


Bilançoya ji 3’yê Tebaxa 2014’an heta niha

Fermandariyan bîlançoya şer a ji 3´yê Tebaxê heta niha jî weha parve kir: 2680 çete hatin kuştin, 823 çete hatin birîndarkirin, 242 wesayît hatin rûxandin, 253 wesayît hatin derbkirin, 3 hammer, 6 akrep, 6 toyota pîkap, 5  doçkayên 12,5 û 13 qûtî gule, çekên A-4 û guleyên wan, 22 çekên BKC, 1350 guleyên wan, 4 zincîr û lûleyeke wan, 184 keleşnîkof û 158 şarjor, 7770 gule, 1 doçkaya 37, 25 çekên M-16,122 şarjor, 1800 guleyên wê û 4 rext, 32 çekên B-7, 80 roket û hv, 3 çekên BKT û 36 şarjorên wê, 10 karnas, 6 çekên G-3, 45 tebence û şarjorên wê, 1 melez, 4 şarjorên wê û 250 guleyên wê, 1 hawana 120, 3 roketên hawanê, 3 qaîdeyên hawana 82, 3 hawanên bi dest hatine çêkirin, 75 bombeyên destan, 600 mayînên bi dest hatine çêkirin, 20 cîhazên biçûk, 20 dûrbînên rojê, 6 dûrbînên şevê, 3 dûrbînên tîpa teleskop, 3 dedektor, 19 telefonên bêrîkan,10 êlekên êrîşê, 6 rextên xwekujiyê, 2 gowdeyên doçka, 2 çenteyên 7, 54 rext, 36 êlekên pola


Gundê Meydana hate rizgarkirin

Hêzên YBŞ/YJÊ û gerîlayên HPG/YJA-STARê piştî rizgarkirina navenda bajarê Şengalê, niha jî ji bo rizgarkirina gundan pêngavek dan destpêkirin.

Hêzên Kurd ên hevbeş operasyona rizgarkirina gundan ji Geliyê Şîlo ku dikeve rojavayê Şengalê dest bi operasyonê kir. Tê hedef kirin ku gundên di navbera Geliyê Şîlo û navenda bajêr de mayî werin rizgarkirin. Di encama vê operasyonê de doh gundê Meydana yê Şîlo hate azadkirin.


Fermanderê HPG’ê Ato jiyana xwe ji dest da

Fermandariyan di daxuyaniyê de ragihand ku di 14’ê Mijdarê de operasyona rizgarkirina gundê Meydana de Fermandarê HPG’ê Newroz Ato bi nasnav Newrez Hakî jiyana xwe ji dest dayê. Di daxuyaniya Fermandariyan de wiha hat gotin: “Hevala Newrez yek ji fermandarên me yên pêşeng bû, ku di gava destpêkê ya bexwedana ji bo azadkirina Şengalê de pêşengî dikir. Hevalê Newrez ku bi sekna xwe ya dilnizm, bi tevlîbûna xwe ya fedekarî û bi têkoşîna xwe ya biryardar re milîtaneke mînakdar bû, bû yek ji şehîdên vê pêngava dîrokî ya azadkirinê. Wê, li hemberî kesên hebûna gerîla ya li Şengalê dikin mijara nîqaşê, bi şerê xwe yê bi ruhê berxwedana Apoyî û bi dayîna berdêlê ji bo azadiya gelê Kurdistanê, bersiv daye.” 


 ŞENGAL