Di daxuyaniyê de HDP'ê weha îşaret bi terora dewletê dike: "Dorpêçkirina ku cara yekê di 16'ê Tebaxê de li Kurdistanê li Gimgimê di bin navê 'qedexeyên derketina derve' de ket rojevê, niha li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Kerboranê dewam dike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku heta niha li Kurdistanê 54 zarok hatine qetilkirin û ev agahî hatin dayîn:

CIZÎR: Qedexeya cara 5. a di 14.12.2015'an de hat îlankirin, îro di roja 9. de ye. Heta niha bi giştî 23 rojan qedexeya derketina derve li Cizîrê hatiye ragihandin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 41 kes hatin kuştin. Di qedexeya dawî de heta niha 8 kes hatin qetilkirin.

SILOPIYA: Li Silopiyayê 3 caran qedexe hat îlankirin. Herî dawî di 14.12.2015'an de hat ragihandin. Îro di roja 9. de ye. Heta niha bi gişî 12 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 26 kes hatin kuştin. Di qedexeya dawî de heta niha 12 kes hatin qetilkirin.

NISÊBÎN: Li Nisêbînê cara 7. e tê îlankirin. Herî dawî di 14.12.2015'an de hat îlankirin. Îro di roja 9. de ye. Heta niha 45 rojan hatiye îlankirin. Li Nisêbînê ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 22 kes hatine kuştin. Di qedexeya dawî de 2 kes hatin qetilkirin.

KERBORAN: Li Kerboranê 2 caran hat îlankirin. Qedexeya dawî ya di 11.12.2015'an de hat îlankirin, di roja 12. de ye. Li Kerboranê heta niha 16 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 3 kes hatine qetilkirin. Di qedexeya dawî de 2 kes hatin qetilkirin.

SÛR: Li Sûrê cara 6. e tê îlankirin. Qedexeya dawî ya di 02.12.2015'an de hat îlankirin, îro di roja 21. de ye. Heta niha li Sûrê 32 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve li Sûrê 10 kes hatin qetilkirin. Di qedexeya dawî de 5 kes hatin qetilkirin."


'103 kes hatin qetilkirin'

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta niha li 7 bajar, 18 navçe, li dehan taxan 54 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, van qedexeyan 200 roj (211 roj) derbas kirine û di encamê de heta niha 103 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin." 


ANF/ENQERE