YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir û da zanîn ku dewleta Tirk 15 caran, çeteyên DAIŞ’ê 36 caran û çeteyên KNS’ê jî  27 caran êrîş hêzên wan kirine, 139 çete hatin kuştin, jimarek çek û cebilxane hatin desteserkirin û 12 şervan jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî vê 139 çete hatin kuştin, 7 kalaşnîkof, 3 rextên xwekûjî, 4 mayîn, motorsikletek, 27 bombeyên destan, bêtêlek, 2 doşka, panzerek, wesayîtekî zirxî, 3 çekên BKC û 3 çekên B7 hatin desteserkirin. YPG’ê diyar kir ku 12 şervanên wan jî şehîd bûne.

Di Mijdarê de êrîşên artêşa Tirk 15, yên DAIŞ’ê 36, yên çeteyên KNS´ê 27 bûn. YPG´ê da zanîn ku hêzên wan 7 çalakî û operasyon li dar xistine û hêzên wan 39 caran şer kirine yan jî ketine temasên eskerî yên çekdarî. Ji bîlançoyê tê fîmkirin ku 7 panzêr, 4 doşka, 2 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN