
Navê wî yê rastî Mihemed Salihê Şêxmûsê Ehmed e. Di zarokatiya wî da malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Di sala 1959´a de dest bi xwendinê dike, lê di sala 1967’an de, ji ber sedemên aborî û êşa çavên xwe dest ji xwendinê berdide. Şêxo di nava xwîşk û birayên xwe de yê herî mezin bû, lewre bi bavê xwe re, di nav zeviyên pembo û baxçeyan de kar dikir. Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike û dibin bandora wan de dimîne. Di sala 1969’ê da dest bi dengbêjiyê kir û bi dengbêjan re tevlî şevbihurkan dibe.
Mihemed Şêxo ku gelek dibin bandora dengbêjî û folklore Kurdî de dimîne, wê piştre ev nêzîkahiya xwe bi van gotinan bianiya ziman: “Hunermendê ku kevneşopiya folklor û dengbêjên welatê xwe ji xwe re neke hîm û ji wan bingeh nestîne, nikare hunereke temendirêj û dîrokî pêşkêşî gelê xwe bike.”
Di dawiya sala 1969’an de diçe paytexta Lubnanê Beyrudê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsiddîn, Wedî’ Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê girtin û demekê di nava koma muzîkê ya bi nave Serkeft de cîh digire.
Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û bi çend hevalên xwe re komek mozîkê ava dike û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe.
Çûna Başûrê Kurdistanê
Şêxo ji ber pêkutiyên rejîmê di dawiya sala 1972’yan de diçe başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi nave “Baxçê Gula” li vir çêdike. Mihemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişlo, lê rastî gelek pêkutiyên rejîmê tê û tê girtin. Di sala 1973’yan de cara duyemîn diçe Bexdayê, xebata xwe ya muzîkê didomîne. Li vir di serî de “Gewrê” zêdetirî 10 sitranan tomar dike.
Êdî dengê hunermend, di radyoya dengê Kurdistan, Bexda û Kermanşahê de li çar perçeyên Kurdistanê dihat guhdarkirin. Di sala 1974’an de bi hunermendên Kurd ên bi navûdeng Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Şemal Saib, Tehsîn Taha, Bişar Zaxoyî têkiliyan datîne. Di van salan de (1975) bandorê ji serhildana Kurdan a bi pêşengiya Mustafa Barzanî digire û çend stranan dibêje.
Çûna Rojhilatê
Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana Kurdan, Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û pişti demekê li kampa penaberan dimîne, li Mahabatê bicîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabatê li ser şopa Qazî Mihemed û Simko xebatan dimeşîne, lewre piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin.
Hunermend Şêxo ku di 1983’yan de vedigere Qamişlo, di sala 1987’an de, tomargehekê vedike, lê rejîmê alavên wî hemû desteser dike. Şêxo li Qamişlo li navendek hunerî zarok û xort hînî muzîk û sitranan dike. Bi taybetî sitranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike.
Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendê ku di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe çêkiribû, ji aliyê nêzî 70 hezar kesî oxirî rêça dawî hate kirin.
Bandora wî li ser mûzîka Kurdî
Mihemed Şêxo ku di heman demê ji bo doza Kurdayetiyê jî têdikoşiya, zêdetirî 110 stran çêkirin û 14 kaset tomar kirin. Bi stran, stîl û awazên xwe bandorek mezin li mûzîka Kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên Kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, jiyan û hunera gelê Kurd dewlemend kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Ji stranên wî yên herî binav û deng çendek ev in: “Ay lê Gulê, Ay Gewrê, Sînem, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Nalinêk
Daxwaza wî tê bicîhanîn
Hunermendê ku hesreta wî dîtina Kurdistanek azad bû, ev hesreta xwe bi van gotinan anîbû ziman:
Gava ez mirim gelî zindiya
Min neveşêrin weku hemiya
Gora min çêkin li bin siya çiya
Kêlên min çekin ji du keziyan
Hemî Adaran hûnê min şiyar kin
Da bikime şênî bo me hemiya
Ev gotinên hunermendê navdar, li ser kêlê gora wî jî hatine nivîsandin.
Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê re, di warê hunerê de jî, bi danahevên demên borî gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van danahevan jî ked û berhemên hunermendê nemir Mihemed Şêxo ne. Lewre jî, bi armanca xwedîderketina li berhemên û jiyandina bîranîna wî, li Qamişlo bi navê “Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo” navenda çandê hatiye vekirin. Li vê navendê hemû stranên Şêxo hatine komkirin.
Navenda çandê armanc dike ku di serî de amûrên muzîkê hemû berhem û tiştên aydî Şêxo kom bike û li navendê liser navê wî muzeyekê veke. Her wiha bi tevlîbûna Yekîtiya Hunermendan xebatên koroyek ku ji 65 kesan pêk tê û wê tenê stranên Mihemed Şêxo bêje, têne meşandin.
‘Emê wî bidin jiyîn’
Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Gulbahar Mihemed, destnîşan kir ku Mihemed Şêxo ji hunera Kurdî gelek tişt kirine, terzek afirandiye û ew dixwazin vana bidin jiyandin, lewre jî li ser nave wî navenda çandê vekirine. Mihemed, anî ziman ku Şêxo di heman demê te şervanekî azadiyê bûye û wiha got: “Ev yek jî bi stranên xwe anîne ziman. Di starên xwe de êş, keder û hesreta xwe tîne ziman. Niha şoreş pêk tê û daxwaza wî bicîh tê. Em dixwazin bi vê yekê wî bidin jiyandin û zindî bikin.”
‘Mirovekî gelekî dilnizm bû’
Birayê Mihemed Şêxo Hecî Hemîd Şêxo jî diyar kir ku birayê wî kesekî dilnizm bû, bi zarokan re zarok, bi mezin re jî mezin bû û ji aliyê hemû kesî ve gelekî dihat heskirin. Hemîd Şêxo, anî ziman ku Şêxo tu caran ji bo şexsê xwe tiştek ne fikiriye, azadî hesretda wî bû û got: “Niha şoreşek tê jiyandin. Ger ku niha Şêxo bijiya, xwedê dizane ka wê çiqas keyfxweş bûya.” Hemîd Şêxo xebatên ku li ser navê Mihemed Şêxo tên meşandin jî pir girîng dîtin û anî ziman ku niha wekî malbatê cihekê wan di nava civakê de hebe jî, ev bi saya Mihemed Şêxo ye. Hemîd Şêxo, xwest ku hunermend ji bo bîranîna Mihemed Şêxo xebatek hîn kûr û berfirehtir bimeşînin. Hemîd, got ku ew dixwazin di pêşerojê de hemû tiştên aydê Şêxo kom bikin.
Bi minasebeta salvegera mirina Şêxo, wê sibe bernameya bîranînê bê lidarxistin. Bername wê saet di 11.00’an de bi ziyareta gora Şêxo destpê bike. Piştre wê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bernameya bîranînê bê lidarxistin. Di bernameyê de wê li ser jiyana Şêxo sînevîzyonek bê pêşandan û koroyek ku ji 20 kesan pêk tê, stranên Şêxo bêje.
Qamişlo Mihemed Şêxo ji bîr nekir
Bi munasebeta 24’emîn salvegera koça dawî (9’ê Adarê) ya hunermendê binav û deng Mihemed Şêxo amadekariyên bîranînê tên kirin. Di vê çarçoveyê de endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo çûn serdana gora hunermendê nemir a li Goristana Hilêliyê. Endamên navendê piştre jî goristan û derdorê paqij kirin. Bi munasebeta salvegerhê îro jî wê gora Mihemed Şêxo bi girseyî bê ziyaretkirin û piştre dê li navenda çandê bernameya bîranînê bê lidar xistin.
DILDAR ARYEN / ANF/QAMIŞLO