Egîdê bilûrvan: Ji bo fêrbûna tiştekî pêwîst e ku mirov li benda ti kesî nemîne. Ji bo ku ez hîn baştir fêr bibim min li ser înternetê lêkolîn kir. Ev 5 sal in ku ez li bilûrê didim. Ti mamoste yan jî kesekî din, ez ferî bilûrê nekirim, ez xwe bi xwe fêr bûm.
HÎLAL RIZGAR / ANF / MEXMÛR
Egîd Kara hunermendekî ciwan e li wargeha penaberan Mexmûrê. Ew bilûrvanekî ji dil û ser xwe re ye. Gava ku Celadet Bedirxan di destpêka helbesta xwe ya bi navê Bilûra min de, di got: “Bilûra min a şîrîn / tu di sariya sibehê / û hingûra êvarê de / hevalê bêhevalan, / destbirayê şivan û dilketiyan î” çiqasî li bilûr û bilûrvanên siberojê fikirîbû, zehmet e mirov zanibe. Lê gotinên Egîdê bilûrvan vê helbesta Celadet Bedirxan bi bîra mirovî dixin. Egîd Kara yê ku li xerîbiyê, weke penaber mezin bûye, dibêje ku ew êş û şahiyên xwe bi bilûra xwe îfade dike; bilûrê weke hevala xwe bi nav dike.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ciwanê bi navê Egîd Kara yê 26 salî li gundê Hîlal ê navçeya Qileban a ser bi Şirnexê ji dayîk bûye. Di encama zilma dewleta Tirk, tevî malbata xwe dest bi rêwîtiya dirêj a penaberiyê dike û ew hingî hîna pitikek e. Herçî huner e, di nava malbata wî de li cem her kesî heye; bavê wî, birayê wî yê biçûk û yên din bi hunerê re elaqedar dibin.
Rêwîtiye ji ber zilma stemkaran
Egîd Kara bi xwe wiha behsa rêwîtiya xwe ya penaberiyê dike ku bi pitikbûna wî dest pê dike: “Ez li gundê Hîlal ê Qilabana Şirnexê 8’ê Gulana 1993’an ji dayîk bûme. Malbata min ji 11 kesan pêk tê, em 7 bira, 4 xuşk in. Min dibistan heta amedehiyê xwendiye. Di nava malbateke asayî û welatparêz de mezin bûm. Di sala 1994’an de, di meha Gulanê de hîna ez yek salî, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk em neçar man ku ji gundê xwe penaber bibin. Piştî ku em ji gund derketin, me berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Di rê de me gelek zorî û zehmetî kişandin heta ku em gihiştin Başûrê Kurdistanê. Dema em hatin Başûr, em li Wargeha Etrûşê bi cih bûn, li wê derê jî em çend mehan man. Li Etrûş jî ji ber ku PDK’ê derdora Wargehê bi qereqolan dorpêç kiribû, em neçar man ku em ji wê derê jî derkevin.”
Heta bi amadeyî xwend
Egîd Kara bal kişand ser guhertina Wargehan a di penaberiyê de û wiha pêde çû: “Bi van cihguhertinan re me gelek zorî û zehmetî kişandin, pê re jî me gelek wargeh guhertin, heta ku em hatin Wargeha Mexmûrê. Li vê derê jî ji ber şert û mercên jiyana penaberiyê û rewşa jiyana cihê ku em lê bi cih bûyî, bandoreke neyînî di her aliyî de li ser me kir. Me gelek zorî û zehmetî li vir kişandin. Nêzî 20 salan e ku em li Wargeha Mexmûrê ne. Di nav van şertên zor û zehmet de min xwendina xwe heta amedeyî qedand, ji ber hinek rewşan min nekarî xwendîna xwe ya zanîngehê biqedînim.”
Penaberî di her şaneya jiyanê de
Egîd Kara balê dikişîne ser zext û zora misêwa û daimî ya weke penaber li wan hatî kirin û got, “Em her tim dibêjin jiyanek azad lê li beramberî wê jî ji aliyên azadînexwaz her tim li beramberî me hişmendiyeke paşverû bi pêş dixistin. Ji bo azadî yan jî jiyaneke wekhev were avakirin, ji bo vê pêwîst e berdêl, ked û hewildanek yekdestî hebe.”
Dengê bilûrê ji bo ruhê mirovî
Kara di dewama nirxandinên xwe de qala huner, hezkirina xwe ya bilûrê kir û got, “Min di nav pirtûkên dibistanan de dît ku qala hunerê bilûrê tê kirin. Di heman demê de li wargehê hunerê saz, keman, gîtar dihat kirin û lê min li ti deran dengê bilûrê nedibihîst. Dema min dest bi bilûrê kir, min di destpêkê de tiştek jê fêm nedikir. Bêyî ku yek min fêrî hunerê bilûrê bike, ez xwe bi xwe hîn bûm.”
Xwe bi xwe fêr kir
Herçî ders û fêrbûna bilûrê ye jî, Egîd Kara li benda mamosteyan nemaye, û xwe bi xwe fêr kiriye: “Ji bo fêrbûna tiştekî pêwîst e ku mirov li benda ti kesî nemîne. Ji bo ku ez hîn baştir fêr bibim û ji bo siberojê hîn baştir xwe di hunerê bilûrê de bi pêş bixim, min li ser înternetê lêkolîn kir. Ev 5 sal in ku ez li bilûrê didim. Ti mamoste yan jî kesekî din, ez ferî bilûrê nekirim, ez xwe bi xwe fêr bûm. Bi pirranî dema karê min nebe yan jî nexwazim wextê min vala biçe, ez dest diavêjim bilûrê. Ez û bilûra xwe bi kefxweşiyeke bêhempa em wextê xwe derbas dikin. Dixwazim di demên pêş de dibistaneke hunerî vekim û derbarê bilûrê de dersê bidim zarokan.”