Ciwanên ji gelek deverên Kurdistanê bi berxwedana Kobanê re hatin Kobanê hem di parastina bajêr de cih digirin hem jî perwerdeyên xwe yên li ser bingeha parastina cewherî dewam dikin. Li ser bingeha parastina cewherî ku bi berxwedana Kobanê re careke din derket holê, ciwan perwerdeyê dibînin û li dû perwerdeyê diçin eniya şer û beşdarî têkoşîna aktîf dibin.

Li gel operasyonên azadkirina gundên Kobanê, beşdariyên li parastina Kobanê jî dewam dike. Ciwanên ku bi berxwedanê re ji gelek deverên Kurdistanê hatin, di parastina Kobanê de cihê xwe digirin. Li ser bingeha parastina cewherî ya piştî azadkirina navenda Kobanê re destpê kir, ciwan şervan perwerdeyê dibînin û li eniyên pêş beşdarî têkoşîna aktîf dibin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên danê sibê li qadeke li navenda bajêr tên cem hev, bi rêzeyekê ber bi qada perwerdeyê ve diçin û ji aliyê fermandarên YPG/YPJ'yî ve tên perwerdekirin. Yek ji şervanên di vê perwerdeya ku bi qasî du saetan dewam dike de cih digire Dîrok Kobanê ye berî rojekê tevlî refên YPJ'ê bûye. Kobanê ya beriya destpêkirina êrîşan li Kobanê mamosteya Kurdî bû û bi dijwarbûna êrîşan re neçar ma derbasî ser xetê bibe, anî ziman ku wê li Pirsûsê jî ji zarokan re perwerdeya Kurdî daye.

Kobanê diyar kir ku ji bo parastina xaka xwe ew tevlî parastina Kobanê bûye û got, "Kobanê azad bû, lê berxwedan hînê dewam dike. Eger parastina cewherî ewqasî xurt nebûya, îro Kobanê azad nedibû." Kobanê bal kişand ser pêwîstiya parastina cewherî û bang li hemû ciwanan kir ku di parastina Kobanê de cih bigirin.


'Emê her tim amade bin'

Kendal ê ji Kobanê jî ku berî hefteyekê tevlî refên YPG'ê bû, anî ziman ku ew ji bo parastina cewherî ya gelê Kurd û Kobanê beşdar bûye. Kendal got, "Ji bo avakirina jiyana azad parastina cewherî divê" û bal kişand ser girîngiya parastina cewherî. Kendal got, "Li hemberî Kobanê êrîşên giran rû dan û li dijî van êrîşan berxwedaneke mezin hat nîşandan. Ji bo em jî di nava vê berxwedanê de cih bigirin, me dest bi dewreya perwerdeyê kirin. Ji bo qada xwe ya jiyanê biparêzin em ê bi awayekî aktîf têbikoş in û her tim amade bin." Kendal jî banga parastina Kobanê li hemû ciwanan kir.

Mizgîn Serhildan a ji Kobanê jî got, "Ji bo xaka xwe ji çeteyan paqij bike, ez jî tevlî têkoşînê bûme. Ev berxwedan bi pêşengiya jinê pêk hat û ji çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn çêbû. Lewma divê hemû jin di parastina Kobanê de cih bigirin." 


 DİHA/KOBANÊ