Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan destnîşan kir ku bi hatina biharê re tirs ketiye dilê Erdogan û rayedarên AKP´ê û lê ev tirs wê bi kêra wan neyê. Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi Radyoya Demgê Mezopotamyayê re îşaret bi tifaqa Tirkiyeyê ya bi DAIŞ´ê re kir û got, di nava tîmên taybet ên polîs û eskeran ên li Nisêbînê de endamên DAIŞ´ê û El-Nusrayê jî hene. Karayilan ji bo bêdengiya hêzên navneteweyî beramber gunehên sûc ên Tirkiyeyê li Kurdistanê jî got, sedem kontrolkirina penaberan û DAIŞ´ê ye. Li gorî Karayilan, heke êrişên li Ewrûpa yên DAIŞ´ê werin lêkolan wê derkeve holê ku ew êrişkar bi rengekî di ser Tirkiyeyê re çûne Ewrûpa. Karayilan li ser mijarê weha peyivî: “Êrişên AKP´ê li dijî me, ya rastî bi rengekî alîariya DAIŞ´ê bûn. Lewma êrişên AKP´ê li dijî me, zextên li ser DAIŞ´ê sivik dike.” 

Karayilan wekî din îşaret bi wê yekê kir ku hêzên dewletê hejmara kutiyên xwe vedişêrin û di rastiyê de li Sûrê bi tenê di mudeta 105 rojan de 400 kuştiyên wan û 563 birîndarên wan çêbûne.

Ji bo berxwedana li navçe û bajaran jî Karayilan got, ev berxwedan di asta berxwedana 14 Tîrmehê a li Zindana Amedê bû û weha peyovî: “Qehremanên Cizîr û Sûrê bi helwêsta Mehmet Tunçan destan afirandin û bi van destanan jî rê vekirin li ber serketinê. Heke mirov bi vî ruhî têkoşin û ji tecrûbeyên wan dersan bistînin, rêya serketinê vekiriye.”

Karayilan got, berxwendana li bajaran hîvî xurt kiriye û dewleta AKP´ê jî xitimandiye û weha dewam kir: “Dijmin 99 rojan nekarî bikeve Sûrê; li wir asê ma, xitimî û sewsî bû. Ya rastî ket. Ji ber vê jî bi awayekî ku bixwaze tolê hilîne êrişî Gever, Şirnex û Nisêbînê dike. Lewma dixwaze xwe ji rewşa li Cizîr û Sûrê ketiyê xilas bike. Ji ber ku dixwaze ji rewşa heyê ya konjukturel sûdê wergire, dilezîne. Lewma di halê niha de ji ber meseleyên koçberan û Sûrî, Rûsyayê, DYE û Ewrûpa xwe kerr û kor dikin li van kirinên wan ên hovane û faşîzan, li terora dewletê”.

Karayilan dibêje, AKP û Erdogan bi vê dixwazin xwe xilas bikin, lê ne mumkin e bi ser kevin û weha dewam dike: “Beriya her tiştî êdî bihar hatiye. Wekî din zemînê berxwedana Gever, Şirnex û Nisêbînê gelekî xurttir e. Hesabên dewleta AKP ya mêhtinger wê dîsa neçin serî û encamê negirin.”

Karayilan îşaret bi tirsa ketê dilê AKP û Erdogan jî kir û weha peyivî: “Pêşî berdevkê hikûmetê Numan Kurtulmuş axivî got, ‘em natirsin, ti kes nikare me bitirsîne’. Piştî nîvrojê şefê wan Erdoğan rabû, got, ‘Ti kes nikare me bitirsîne; em ji ti kesî natirsin; em ne ew kes in ku ditirsin, em ditirsînin’. Îro (pêr) jî Davutoğlu ji koma xwe ya parlemanê re peyivî û got; ‘Em ji ti kesî natirsin; em tîk li ser piyan in’. Ev daxuyanî nîşan didin ka çawa tirs ketiye dilê wan. Ditirsin, ji ber ku di serî de Cizîr û Sûr, tevî ku ev qas sûc kirin li Kurdistanê, mirovên sivîl û bêsîleh qetil kirin, mirovên me di jêrzemînan de bi awayekî hovane şewitandin berxwedana li dijî wan dewam dike.”


Yekane rêya çareseriyê ..

Murat Karayilan di vê rewşê de weke yekane rêya çareseriyê îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û weha peyivî: “Helbet yê ku biryara vî şerî dayî û dimeşînin, em in. Di vê de berpirsiyariyeke Rêber Apo nîne, berpirsiyar em in. Lê heke derfetên azadiyê ji Rêber Apo re biafirînin, bi tenê ew dikare wan ji vê tengiyê xilas bike. Ji bo vê jî helbet divê Rêber APo karibe azad tevbigere û karibe xebatên îqnakirinê bimeşîne.”


Erdogan DAIŞ´ê xurt dike

Karayilan got, AKP´ê bi şidet, hovîtî û terorê bersiv daye daxwaza gelê Kurd a ji bo xwerêveberiyê, bajar û navçeyên ev daxwaz kirî daye ber topan û weha dewam kir: “Ango Erdogan ji bo berjewendiyên xwe êriş bire ser Kurdan. Ji bo vê bi DAIŞ´ê re tifaq kir. Dema ev tifaq li Rojava bi ser neket, bi şexsê xwe ew daket meydanê. Dema mirov weha rahêje meseleyê, pêngava êrişa AKP´ê ya li dijî me barê li ser milê DAIŞ´ê sivik kir. Bi vê bîhna DAIŞ´ê hate ber. Bi rengekî ev bû destekeke mezin ji DAIŞ´ê re.”


Bêdengiya Ewrûpa

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan îşaret bi wê yekê kir ku AKP´ê eriş dane dest pê kirin û ew xwe û xwerêveberiya gelê xwe diparêzin û weha peyivî: “Bi vî rengê xwe şerê em dikin, berxwedana şerê parastinê ye. Berxwedana parastina xwerêveberiyê ye. Tevî vê jî dewletên endamê civaka navneteweyî yek ji wan jî dengê xwe nake. Heta hin ji wan ji me re dibêjin, êrişên xwe rawestînin. Em êriş nakin, ew êriş dikin.”

Karayilan îşaret bi wê yekê kir ku li Nisêbînê ji tîmên taybet ên hatî kuştin 2 endamên DAIŞ´ê bûn û pirsa “çima vê nabînin” kir. Karayilan got, tifaqa li Rojava bi DAIŞ´ê re kirin, niha li Bakur jî dewam dikin û DIAŞ bi tenê êrişî her kesê Erdogan jê hez nake dike. Karayilan îşaret bi êrişên li Brukselê yên pêr jî kir û li ser mijarê weha dewam kir: “Binihêrin DAIŞ´ê îro (pêr) li Brukselê êrişeke hovane kiriye li dijî mirovên sivîl. Li gorî nûşeyan 34 kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek kes birîndar bûne. Di serî de serê miletê Belçîka sax be û ez vê êrişa li dijî mirovahiyê şermezar dikim. Ev rastiyek e, heke Erdogan li hember DAIŞ´ê nebe xwedî helwêst, êrişên DAIŞ´ê li dijî Ewrûpa wê nesekinin. Dema lê were kolan wê derkeve holê ka ew kesên li Brukselê êriş kirî di ser ku derê re çûne Ewrûpa. Bi rengekî illeh elaqedarî Tirkiyeyê ye.”Karayilan dibêje, rayedarên Ewrûpî û Emerîkî bi vê yekê dizanin, lê dibêjin, bila Incirlikê ji me re ve ke û biçe bereyê bes e û weha dewam kir: “Li vir, helwêstên DYE û Ewrûpayê beramberî AKP´ê ne rast in. Ne durist in; bi citstandart in. DAIŞ bi vî rengî nikare were tesfiyekirin.” 

Karayilan li ser konê çalakiyê yê KUrdan ê li Brukselê û gefên dewleta AKP´ê li Ewrûpayê xwarî jî got, piştî vê gefxwarinê bi du rojan êriş pêk hat. Karayilan got, ew nizanin ka girêdaneke yekser heye yan na, lê eşkere DAIŞ´ê ev gefxwarin weke fermana lêxistina Brukselê nirxandine.


Girtî gihiştin cihên ewle

Karayilan herî dawî îşaret bi veşartina hejmara kuştiyên dewletî kir û got, “Li gorî çavkaniyên ewle yîn agahî gihandin me, bi tenê li Sûrê di nava 105 rojên şer de 400 kuştî û 563 birîndarên wan hene.”Ji bo 6 dîlên ku ji girtîgeha tîpa D a Amedê xwe rizgar kirî jî Karayilan agahî dan û got, ew her şeş kes bi awayekî ewle gihiştine Qadên Azad û ji ber ku ew têşkoîneke azadiyê bi rê ve dibin, hedefa wan e ku dîlên azadiyê jî azad bikin. 


 ANF/BEHDÎNAN