Pêşnûmaya ku nûnerên Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê ji bo êrîşa leşkerî a ser Sûriyê tê de derbas dibe di ber destê Komiteya Kar û barên Derve re derbas bû. Wekî tê zanîn ev pêşnûma ji aliyê Sanatoya Amerikayê û Komiteya Kar û barên Der ve hat pejirandin.

Axaftina Wezîrê Derve John Kerry a pêş hilbijartina di komîtê ji bo tevgera leşkerî, û hewildana wî razîkirina parlementerên Amerîkayê hat şermezar kirin. Xwepêşandarên ku li salona rûniştin lê hat kirin destên xwe yên bi boyaxa sor rakirin hewa. Xwepêşandêran jî heya axaftina Kerry xilas bû çalakiya xwe berdewamkirin û kesekî mudaxeleyî xwepêşandêran nekir.
Serokê DYA’yê Barack Obama ku di daxuyaniya xwe ya rojên derbasbûyî de gotibû wan ji bo êrîşekî leşkerî li ser Sûriyê biryar girtiye lê wê vê biryarê li gel Kongireyê nîqaş bikin.

Di meclisa Fransayê de nîqaş

Meclisa Fransayê ku ji bo mudaxaleya leşkerî ya Sûriyeyê nîqaş bike, civiya û di nîqaşên pêk hatin de rewşa ‘bêçare’ ya ku Fransa tê de derxist holê. Hikûmetê daxwaz kir ku hêj ku dereng nemane mudaxale bike û muxalefet jî li aliyekî li dijî vê derket û li aliyê din daxwaz kir ku bi biryara NY’ê re di nava ‘koalîasyona fireh ya navnetewî de’ tevbigerin.
Civîna ku serokwezîr Jean-Marc Ayrault û Wezîrê Karê Derve ya Laurent Fabîus jî tevlê bûn de ji partiya Çep û Rastgir bertekên cuda hatin. Ayrault, mudaxaleya li dijî Sûriyeyê parast û  diyar kir ku êrîşa di 21’ê Tebaxê de li Şamê pêk hatiye êrîşa herî bi xof û mezin ya sedsalê ye.
Ayrault îdiaya xwe ya ku Sûriye xwedî stokên çekên kîmyewî ya herî mezin a cîhanê ye jî dubare kir û da zanîn ku ger mudaxaleya leşkerî tunebe dê deriyên çareseriya siyasî bê girtin. Di nîqaşan de nûnerên partiyên çep û rastgir, daxwaz kirin ku mudaxaleya leşkerî pêk were û gotin der barê encamên wê de bi fikarin. Gelek parlamenteran jî daxwaza Parlamentoya ji Meclis û Senatoyê ava bûye, ji bo mudaxaleyê dengdanê bike. di dema nîqaşan de hate diyar kirin ku Fransa ji aliyê DYA’yê ve tenê hatiye hiştin û hat gotin ku helwesta Hollande ‘pir zû ye.”

Bi tena serê xwe nabe

Yekitiya Demokratên Serbixwe ya Lîberal a Muxalefetê (UDI) û wezîrê ji dema Nîcolas Sarkozy, Jean-Louîs Borloo jî îdia kir ku ji bo mudaxaleyê dereng mane. Borloo anî ziman ku divê di sala 2012’an de di dema Sarkoz de mudaxale bihata kirin û ji ber ku nehatiye kirin ne baş bûye û got divê Fransa bi koalîasyona herî fireh a welatan mudaxale bike.
Partiya Çep (PG) û Partiya Komunîst bi awayekî zelal û vekirî li dijî mudaxaleyê derketin.  Lîderê Partiya Çep Jean-Luc Melenchon diyar kir ku divê her cureyê mudaxaleyê ku Fransayê dike pêveke DYA’yê dur bê sekinandin.  

 WASHÎNGTON/PARİS