Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl da xuyakirin ku wê di nava 2 rojên pêş de civînek di navbera herdû encûmenan were lidarxistin û Komîteya Parastinê, Komîteya Beşdarbûna Rêveberiya Xweser û Komîteya Lêvegerîna Siyasî werin avakirin.
Girêdayî civîna li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ku di navbera şandeyên TEV-DEM û ENKS’ê de hat lidarxistin û biryarên di navbera hedu aliyan de hatine girtin wê çawan bikevin pratîkê Endamê Desteya Rêvebera a Tevgera Civaka Demokraîtk  (TEV-DEM) Aldar Xelîl agahî dan.
Aldar Xelîl sedemên lidarxistina vê civînê wiha rave kir: “Di encama berxwedana Kobanê û Yekîneyên  Parastina  Gel û pêşketinên li Rojava çêdibin, pêwîstî çêbû ku em vê berxwedanê bi rengekî siyasî jî derxin pêş. Ji bo vê jî lidarxistina vê civînê giring hate dîtin. Ji bo yekîtiya gelê Kurd li Dihokê civîna me hat lidarxistin.”

Erka biryarê ya encmumena ye

Xelîl biryarên ku di civînê de hatine girtin jî wiha anî ziman: “Di van hevdîtinan de li ser sê xalên bingehîn yekîtî hatiye avakirin û lihevkirinek çêbûye. Yek ji wan lêvegerînek siyasî ya Kurd were avakirin. Ya duyemîn jî ew e ku 9 partiyên ENKS’ê di nava Rêveberiya Xweser cihê xwe bigirin. Ya sêyemîn jî ji bo ku ENSK’e cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bigire û komîteyek hevbeş di nava TEV-DEM û ENKS’ê de wê were avakirin. Tevîlbûna ENKS’ê di nava YPG’ê de bi çi rengî û çi awayî be wê ev komîte bi YPG’ê re nîqaş bike.”
Aldar Xelîl sedemên yekîtiya di navbera herdû Encûmenan de wiha got: “Ji ber ku giring e herkes cihê xwe di nava şoreşê de bigire di navbera herdu şandeyên me de ev hevpeyman pêk hat. Di civînên ku 8 rojan li bajarê Dihokê dewma kirin gelek tişt derxistin holê. Encamên derketine holê qonaxên gelek zehmet derbas kir.
Rewşa ku îro Rojava têde derbas dibe, nema ew rewşa berê ye. Me di nava civînên xwe yên li Dihokê de gelek nîqaş kirin. Gelek gûhertin li Rojava hatine kirin û pêwîste ew jî li gorî van gûhertinan nêzik bibin.”
Berxwedanê derfet afirandin
Xelîl destnîşan kir ku berxwedana Kobanê gelek derfetên siyasî ji bo gelê Kurd afirandine û wiha anî ziman: “Piştî berxwedana ku tevahiya cîhanê jêre şahidî kir , gelek derfetên siyasî li pêşiya Kurdan da vekirin û siyaseta tevgera me da pêş. Bi giştî li ser van xalan nîqaş hatin kirin û yekîtî li gor van hate avakirin. Di van herdû rojên pêş de em ê bi ENKS’ê re bicivin.  Wê di van civînên herdû rojên pêşiya me de Komîteya Parastinê, Komîteya Tevlîbûna di Rêvberiya Xweser de û Komîteya Lêvegerîna Siyasî ya Kurd were avakirin. Biryarên ku ji vir û şûnve li Rojava bêne girtin, em ê herdû encûmen bi hev re bigirin.”

Aldar Xelîl axavtina xwe wiha bidawî kir: “Ev yekîtiya ku hatiye avakirin û biryarên ku hatine girtin, pêwîste di nava herdû mehên pêşiya me de bidawî bibin.”


EHMED MIHEMED - RIZGAR ADANMIŞ/ANHA/QAMIŞLO