Desteya Serokata Eniya Demokrasiya Gel a ku di 1’ê Îlonê de li Kerkûkê hatî damezarandin der barê krîzên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuniyê de hat gotin ku desthilatdariya Herêma Kurdistane li hemberî gel bin ketiye û wiha ragihand; “Guman di vê yekê de nemaye ku ezmûna rêveberî û desthilatdariya Herêma Kurdistanê di warê de li hemberî gel û welat bin ketiye, di warê ezmûnê de ev binketin gihiştiye lûtkeyê. Hemû rengê jiyana welatiyan hatiye paş guh xistin. Ji rewşa jiyana welatiyan dûr in. Piraniya welatiyan bi hejarî dijîn. Çend mehin mûçeyên karmend, mamostayan, teqawîtan, pêşmerge û kêmendaman nehatine dayîn.”
Kurdistan kirine cihê pêşbazî û şerê xwe
Di berdewama daxuniya Desteya Serokata Eniya Demokrasiya Gel de wiha hat gotin; “Di demekî ku dahetekî zêde di destê desthilatdariyê de, lê ji ber gendeliyê xelkê Herêma Kurdistanê du caran hejar û bêçare kiriye. Gel jî di vê demê de baweriyê bi gendelkaran naynîn. Ji ber vê yekê krîzek kûr çêkirine. Xelk jî di rewşekî xirab a bê sînor de dijîn. Ji aliyê din ve welatên derve berdewam destê xwe diavêjin partiyên desthilatdariyê û partiyên herêmê jî her tim li cemsera wan dewletan e. Kurdistan kirine cihê pêşbazî û şerê xwe.
Em ê her tim ligel wan bin
Desteya Serokata Eniya Demokrasiya Gel di dawiya axaftinê de derbirî ku ew wekî sazî li gel daxwazên rewa yên hemû beşên civakê ne û wiha daxuyanî bi dawî bû: ”Em daxwazên wan di parêzin û parastina mafên wan weke erkekî xwe dibînin. Em ê her tim ligel wan bin. Em di wê baweriyê de ne ku ji derveyî gel wê ti kes hewara wan neyên. Ji derveyî civakê nîne ku maf û azadiya xwe bi dest bîne. Yekane hewara bi gel ve bê civak bixwe ye. Ji ber vê yekê ji bo gel hewara xwe bê divê bawerî bi hêza xwe hebe. Eniya Demokrasiya Gel daxwazê ji hemû beşên civakê dike ku êdî nebin qurbanê pêşbaziya aliyên siyasî. Ku niha tê meşandin. Ji ber ku cihê we terefgirtin nîne û ne dinava pêşbaziya wan aliyan de cih bigrine.”
SILÊMANÎ