ALAN REŞÎD / ANHA/ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber der heqê şêniyên Efrînê de sûcên dij mirovî dikin. Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî binpêkirinên di mehên dawî de li Efrînê hatin kirin peyivî û got, ”Çeteyên dewleta Tirk rojane li Efrînê sûcên şer dikin. Kuştin, revandin, fîtne, talankirina milkên şêniyan, guhertina demografiyê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan yên ji Idlib, Hema û parêzgehên din ên Sûriyê li şûna şêniyên Efrînê yên resen bûne mijarên ji rêzê.”

Xwezaya me talan dikin

Şêxo di dewama axaftina xwe de behsa talankirina xwezaya Efrînê jî kir û got: ”15`ê Gulanê 11 hezar hektar ji zeviyên çandiniyê yên şêniyan hatin şewitandin. Zêdetirî 120 hezar dar bi hinceta avakirina baregehên leşkerî li gundên Cilbirê, Kîmarê li navçeya Şêrawayê û gundê Derwîş li navçeya Recoyê hatin qutkirin. 2 hezar darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Elî Qsab ê ji navçeya Cindirêsê ku qebûl kir bac bide ji kokê ve hatin hilkirin.

Li şûna dibistanan baregeh

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan li ser bi cîhkirina malbatên çeteyan jî wiha got; ”Çeteyan kampek li navçeya Bilbilê ji bo zêdetirî 600 malbatên çeteyan vekir. Hejmarek dibistan veguherandin girtîgeh û bargehên leşkerî. Zanîngeha Efrînê radestî barzirganekî girêdayî çeteyan hatî kirin. Perwerdeya bi zimanê Kurdî li Efrînê hatî qedexe kirin û li şûna wê zimanê Tirkî tê dayin. Cilên Tirkî di dibistanan de ferz e. Ji bo Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike, dîwarê parçekirinê lêdike. Heta niha bi dirêjahiya 3 hezar û 500 metreyan dîwar lêkiriye.”