Serxet û binxet du beşên heman gewdeyî, yekdilê di du gewdeyên dabeşkirî de parvekirî, xwînderiya ji ber têlên li gihanê rapêçayî, hesreta di dilan de şikestî, lorîna li ser lêvên biyên ku ocaxên wan di şeveke tarî de li ser têlên Serxet û Binxetê de vemirî. Axîn û xewna bijan a malbatên li vî alî û wî aliyê xetê.

Kirîv, bira, birazî, keç, keçxal, xal û xwarzên destjihevqetandî. Eşîr û êlên dabeşkirî Torî, Mêrsînî, Milî, Omerî, Deqorî... Cî û warê Apê Osman Sebrî, Seydayê Cegerxwîn, Mîr Celadet Bedirxan... Hawar û Ronahîya dibistanên herdem vekirî. Stargeh û malvekiriya biewle ya ji bo fêris û lehengên berxwedanên her çarparçeyên Kurdistanê. Welatê xwedî ax û zeviyên ripîrast lê bi xêr û bereket, heta tu bêjî jî berdar û maldar.

Pirraniya caran piştî şikestinên mezin ên di asta civatî û takekesî de Kurd sirgûn bûne, hatine girtin, şikestine û yên ji ber êriş û qirrkirinên girseyî rizgar bûne, xwe li sînoran dane û di nava mayinan re derbasî aliyê din bûne. Ji beşeke welatê xwe bidizî û di nava tehlûkeyên mezin de derbasî beşeke din bûne.

Dema derbasbûne jî ji aliyê birêvebiriya dagirkeriya wî alîyê xetê ve hatine girtin, gef li wan hatiye xwarin û ew neçar kirine ku di nava şert û mercên pirr dijwar de bijîn. Di dema komkujiya Halebce de gelê me yê ji Başûr piştî rawestandina li ser sînor a bi rojan di kampên penaberan de di nava mercên pirr dijwar de hatin hiştin, dîsa Bakuriyên di serdemên cuda de ji ber dewleta Turk derbasî Sovyetê, Iraq û Surî bûn, ji neçarî jiyaneke çetin û têra xwe zehmet jiyan.

Tevî ewqas zilm û neheqiyên dijwar ên dewletên herêmê, xayintî û bêbextiya hêzên mezin ên dinyayê, dabeşkirina welat û mirovên Kurd, hewldanên tinekirina hişmendiya nasname û dîroka me jî, gelê me ti carî dev ji hebûna xwe ya siyasî û çandî bernedaye û ew ê piştî vê saetê jî ti carî bernede. Ji ber ku em îro ji hemû demên dîrokê bêhtir bihêz in. Di asta civakî û rewşenbîrî de yekîtiyeke me ya ji bo bidestxistina statuyeke berdewam heye. Siyaseta Kurd jî her diçe li dora daxwazên maqûl yekgirtî dibe ku ji bo azadiyeke temam û bêkêmanî ya siberojan xwedî roleke motikî ye.

Di vê çarçoveyê de dema em Rojavayê welatê xwe, Binxeta dilan binirxînin, em ê bi sê diyardeyên beloq re bêne hemberî hev. Jê yek ew e ku Kurdan û hemû hindikahiyên dînî û neteweyî yên li Rojava ku bi Tevgera Azadiyê re hevkarî kirin, di encama berxwedaneke mezin de welat û mirovên xwe ji komên xwînvexur û pêxwasên gemarî parastin. Di dema vê parastinê de hêzên mezin ên rojavayî jî, ev cewherê berxwedanê ya li cem vê hêza çalak û sekuler dît û piştgirî da wê. Di dema vî şerî de di navbera hêzên bejahî yên rojavayî û hêzên Kurd de têkiliyek saz bû. Vê yekê jî hevqebûlek dualî bi xwe re anî. Heger piştî biryara Emerîka ya vekişînê di nava birêvebiriya Trump de dubendî û destjikarberdan pêk hatibin, û îro daxuyaniyên cuda têne dayin, bi nêrîna min, ev ji ber wê ye ku Birêvebiriya Rojava xwedî projeyeke sekuler û demokrasiyeke pêşketî ye ku nimûneyên wek wê li Rojhilata Navîn tine ne.

Lê em dizanin hêzên mezin ên dinyayê ne hevalê sadiq ên ti kesîne ne. Ew ne li gorî hestên xwe û ne jî heta radeyekê li gorî pîvanên dostaniyê tevdigerin. Berjewendiyên wan ên cuda heta kîjan radeyê bi kîjan hêzê pêk tê, ew li wê dinihêrin. Mînak, dema Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir, van hêzan hemûyan serê xwe li hemberî Tirkiyeyê xist nava ziblê û xwe nebihîst kir. Tirkiyeya ku endamê NATO´yê ye û dixwaze têkeve Yekîtiya Ewrûpayê, li ber çavê van hêzan Efrîna ku li dijî çeteyan li ber xwe da, bi xedarî û keysbazî bi mehan ji erd û ezman ve bi teknîka herî pêşketî ketûber da berxwe û dawiya dawî Efrîn bi birîndarî êsîr zeft kir. Çima ev hêzên ku ji bo berxwedana keç û xortên Kurdan a li dijî hêzên dijmirovî ku ji bo berjewendî û awayê jiyana wan xeter bûn, şabaş dikir, lê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng man?

Piştî xala duyem ku berjewendî bû, ya sêyem û herî giring jî ev e; tevî van nakokî û lîstikên qirêj hemûyan jî, ev herêmên ku ji van hêzên çepel û çeqel hatine pakkirin, divê aram bibin û bibin xwedî statuyeke navdewletî. Divê qebûleke fermî di serî de ya Rûsya, Emerîka û YE´yê ji bo statuya herêma Kurdan hebe. Ango herêma Rojava wek heremeke xweser bê naskirin û li hemberî gefên hemû hêzên herêmê yên xwedî îdeolojiyên nijadperest in, bête parastin. Heta ku statuyeke bi vî rengî ji bo birêvebiriya Rojava çênebe ya ku parastin û ewlehiya wê ji bo hemû Kurdan xeta sor e, ew ê hebûna wê li ber çavê dewleta Tirk herdem bibe paçekî sor û ew ê bixwaze bêhiş û serî êrişî wê bike.