Helbesteke şikestî ye keftûlefta me, ya rastî helbesteke bidarvekirî ye. Em nizanin wê ji hestên nîvco bişon, em nikarin. Em nikarin, ji ber ku tecrûbeya me ya jiyanê, ew ezmûna me ya xwe li bedena me alayî, û li gewriya me badayî haha bîhnê li me diçikîne, xwe li bin guhê dîwarên bîra me dixe. Ew bîra me ku kevirê kevala wê bi şidet, neheqî, newekheviyê û tecrûbekirina wan verotî, ma wê destûreke çawa bida me.

Bîra me bûyeran, ezmûnan dicivîne, wan li mekanan û deman dabeş dike û disinifîne; disinifîne da ku em paşê karibin li wan vegerin. Lê ew bûyerên ku tirs û xofa şidetê, hêza neheq a mirov pê nikare tecrûbe kirî, di encamê de mirovekî şikestî li dûv xwe dihêle. Mirovê şikestî bi gotina xwe jî û bi kirina xwe jî şikestî ye. Ma kî ji me dikare îdîa bike ku di warê Tirkî de rehet e; heger bi çoyê mamosteyên dibistanê 7, 8 salî fêrî Tîrkî bûbe? Bivênevê Tirkî û ew ço bi hev re tên bîra me, tên bîra min. Bîra me di vî warî de birîna me ye. Ne tenê bi vê birînê bi sedan birînên din, bi nexweşiyê hatiye verotin ew kevala kevirîn a bîra me. Birînên pêşiyên me, ew ên ku ji ber piçûkxistin, neewlebûn û koçberiya dewamî di beden û ruhê wan de vedibûn, ji me re dibûn çîrok û serpêhatî; di bîrên me de cihê xwe digirtin, girtin û digirin.

Ne ev bi tenê, li gundê ku qet li wan "fileh" nebûn jî "fermana filehan" dihat gotin bilîn; haha bi dîmenên wê şikandinê belkî jî şikestinê bîra me hat verotin, ew mekanê em lê bi hebûnên xwe yên nebûn jî di bîra me de ye, ma çawa wê biçe, "beriya fermanê hosteyên baş ên keviran hebûn", ji ber wê ev qesr, xan û man hebûn, yan jî ji ber wê niha ji hev de dikevin. Ya ji hev de dikeve bedena me ya qaşo bê / (bi kêm) birîn e û nexasim jî ruhê me ye. Ruhê me beden bûya, bijîşk û hekîm wê di wê heyrê de bûna ka çima sax e. Lê ma gelo sax e?

Dema li keftûlefta me ya wêjeyî, ya întelektuel dinihêrim, ya dibînim jî ji xwe ev rûhê mirî, nîvmirî yan jî şikestî ye. Helbesta şikestî, pexşana şikestî tevî çîrok û novelên xwe. Şikestî ye ji ber ku hîna ji dil, bi wêrekî û bi armanca dermankirina birînê ranehiştiye wan birînên xwe û bi wêjeyî bi wan daneketiye. Behsa mirînên feqî nekiriye ku li gundê medresê dest avêtinê, behsa melê nekirin ku keça piçûk a ber destê xwe tacîz kir, behsa wê keçê jî nekirin. Ji xwe ew keça din ku bavê wê ew bi xwe re bir çêrana pez, ne ji bo ku li bilûra wî bihisîne lê ji bo ku di wê korta şevtira din kolayî wê veşêre. Ew birînên yekan ku birînên her yekî ji me ne, di nava gelemperiyekê de ku qirêja destan e, hatin zelûlkirin. Zelûl û zelûl herikîn, zelûl û zelûl me xwe ji rastiyên xwe veşart û li dûv me helbestên şikestî man, romanên şeht. Me nekarî xwe nêzî qehpikê bikin di nava wan karakteran de, timî karakterên me çê man, ên xirab xirab û di nava dualîzma bîra me ya li ser şidet verotî, me mekanên xwe jî ji dest dan. Ya ji ber romanê mayî bûn çend diyalogên bi "keleşan" dagirtî. Lehengên qelp û diyalogên ne ji dil. Dema me xwe avêt bextê efsûnê, lewma em ne ji dil û wêrek bûn, me efsûn jî bi alîgiriya xwe herimand; helbesta me ji bedewiya estetîkê bêpar nema, temam, ez niheqiyê nekim, lê şikestî ma. Herçî romana me ye efsûneke sêwî wê nikaribe wê heta hetayê li ser piyan bigire. Sêwirandinên nivîskar û helbestvanên wêrek, ên ku dikarin xwe li teknîk, mijar û estetîkên wêrek bi ceribînin, ha meydan li benda wan e; meydana wêjeya Kurdî nexasim a Kurmanciyê bêriya wan dike. Wilo bi tek û tukan xalîbûna wê meydanê bêhtir xuya û darîçav dibe.