Rose Polat Agum, pirtûka bi navê ‘Bego’ derxist û di pirtûkê de şopa Komkujiya Dêrsîmê ya 1938’an cihê xwe digire. Rose tiştên ji bavê xwe Bego guhdariya wan kiribû, di pirtûkê de bi cih kir.
Bavê Rose, li gundê Korkeç ê ser bi navenda Dersimê ye. Rose dibêje, birîna bavê wê her tim li ber çavê wê ye: “Em bi birîna bavê min mezin bûn. Dê û bavê min her tim digiriyan. Lê ti carî ji me re sedema wê nedigot. Bavê min her tim destê xwe yê bi birîn ji me vedişart. Ap, met û gelek xizmên me hatine kuştin. Min jî xwest, hîna ku bavê min sax, ez van binivîsîm û fêrî zarokên xwe bikin.
Qirrkirin bi asîmîlasyonê dewam dike
Em niha zimanê xwe nizanim. Em jî hatin asîmîlekirin. Zarokên me jî hatin asîmîlekirin. Li gorî min ev qirrkirin hîna didome.”
Rose di dewama axaftina xwe de jî dibêje: “Ez Tirkî di 7 salî ya xwe de hîn bûm. Zarokê min yê li Fransayê hat dinê ne Tirkî ne Kurdî dizane. Wek me, zarokên me jî hatin asîmîlekirin. Zarokên me çanda me zimanê me nizanin. Em ê niha pirtûkê wergerînin zimanê din. Zarokên min wê piştre pirtûkê bixwînin. Wê hînî serpêhatiya kal û bavê xwe bibin.”
Apê Bego ku di 1938’an de birîndar difilite û ji bo xwe dibêje: “Ji malbata me 5 kes kuştin. Ez avêtim avê. Ez jî birîndar filitîm. Ji me re digotin ‘Ermenî’.”
JINNEWS/DERSIM