Bajarê Wanê bi xemla xwezaya xwe, çem û rûbarên xwe tê nasîn. Yek ji wan jî Sûlava Bêgirê ye. Sûlava Bêgirê ku ava wê ji 20 metreyan xwe berdide, bi bedewiya xwe ya havîn û zivistanê xemleke Wanê ye. Lê belê Sûlava Bêgirê ji aliyê dewleta Tirk ve tê herimandin. Qadek ji 75 donimî ya li dora Sûlavê, beriya bi 2 mehan hate valakirin û beton lê tê rijandin. Dewleta Tirk hewl dide karê betonkirina derdora Sûlavê heta ‘pîrozbahiyên Cejna Komarê yên 29’ê Cotmehê’ biqedîne. Ev karê talankirinê ji aliyê Şaredariya Bêgirê û Walîtiya Tirk a li Wanê ve tê kirin.

Xemla bajêr herimandin

Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya Wanê Seher Kadîroglû Ateş diyar kir ku rayedaran guh nedaye hişyarkirina û dest bi talankirina sûlavê kiriye. Ateş nerazibûn nîşanî helwêsta talanker a dewleta Tirk da û got, “Gelo ev nirxê ku 200 sal in hene, wê bi beton û hesin çawa bê parastin. Rantxwurên ku bi Hîleyan pereyan qezenc dikin, hem xisarê li xwezayê dikin, hem jî bîra dîrokê ji holê radikin. Divê her kes xwedî li Sûlava Bêgirê û xemla wê ya xwezayî derkeve.”

 

ANF/WAN